Girseya ku ber bi girtîgehê ve meşiya rastî êrîşa polîsan hat

  • 16:12 10 Çile 2019
  • Rojane
AMED - Piştî civîna gel a li avahiya HDP'ê  gelek kesên ku parlamenterên DHP'ê jî di nav wan de hebûn ber bi Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ve dest bi meşê kirin, polîs êrîşî meşvanan kir û jin û DHP'yî derb kirin.
 
Çalakiya Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û Parlamenetera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla guven ku di 8'ê mijdarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 64'an de berdewam dike. Ji bo balkişandina li ser Tecrîdê û rêwşa li girtîgehan îro di pêşengiya HDP'ê de wê li 100 navendan civînên gel bên li darixistin û di 19'ê Çileyê de jî mîtîng bên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de komîteya amadekar civîna gel li dar xist.
 
Piştî civîna ku hat lidarxistin parlamenterên HDP'ê jî di nav de gelek kesî berê xwe dan Girtîgeha Tîpa E ya li Amedê  ku Leya Guven lê girtî ye.  Girseya ku dest bi meşê kir rastî êrîşa polîsan hat. Di êrîşê de jin bi erdê re hatin kaşkirin û parlamenter jî hatin derbkirin.