Li Şirnexê li dijî tecrîdê civîna gel

  • 15:58 10 Çile 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Di civîna gel a ku li Şirnexê ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat lidarxistin  de Hevserokê DBP'ê Mehmet Alî Aslan axivî û got ku berxwedana Leyla Guven pêvajoya îro vedibêje, divê ku em dest ji berxwedanê bernedin û hestiyar tevbigerin." 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi armanca ku balê bikişînin ser Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiya gereva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk  (HDP) ya Colemêrgê ku li dijî tecrîdê li dar xistiye civîna gel pêk anî. Di civîna ku li avahiya HDP'ê ya Şirnexê hat lidarxistin e parlamenterên HDP'ê Nuran Îmîr û Hasan Ozguneş, Hevserokên HDP'ê Mehmet Alî Arslan û Rêxistinên HDP û DBP'ê yên bajar tevli bûn. Civîn bi rêzgrtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan hat destpêkirin. Piştî nivîsa ku ji aliyê Navenda HDP'ê  ve hat şandin hat xwendin Hevserokê DBP'ê Mehmet Alî Aslan mafê axaftinê girt.
 
'Berxwedana Leyla Guven roja îro vedibêje'
 
Mehmet di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser gireva birçîbûnê ya ku ji aliyê Leyla Guven û bi sedan girtiyan ve hatiye destpêkirin. Mehemet diyar kir ku çalakiyê rûhê berxwedêr ê meha çileyê derxistiye holê û got ku Komkujiya li Parîsê ya 9'ê Çileyê û ya li Sîlopiyê di 3'yê Çileyê de di vê mehê de hatine kirin. Mehmet anî ziman ku dema mirov li vê pêvajoyê dinêre bedela herî giran jinan daye û wiha berdewam kir: "Dema ku di sala 2013'an de bi Serokatiyê re pêvajoya çareseriyê dihat pêşxistin, zîhniyeta faşîst ku dixwest vê pêvajoyê sabote bike ev daxwaza xwe bi rêbazên cuda pêk anîn. Di serdema rêveberiyên herêmî de jî êrîşa ku lidijî Sêvê û hevalên wê hat kirin di eslê xwe de êrîşên li ser Gelê Kurd yê dixwest xwe bi xwe rêve bibe bûn."
 
Civînê bi axaftina welatiyên ku mafê axaftinê girtin berdewam kir. Piştî axaftina welatiyan çalakgerên greva birçîbûnê yên li baarê Strazbourg ê Fransayê bi dîmen tevli civînê bûn her kes silav kirin. civîn bi çepik û lîlandinê bi dawî bû.
 
T