Dîlan Dîrayet Taşdemîr: Dem dema em bibin dengê Leyla Guven e
- 14:41 10 Çile 2019
- Rojane
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr, der barê çalakiya Leyla Guven û çalakiyên greva birçîbûnê ku li hemû girtîgehan belav dibe li Navenda HDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Taşdemîr, diyar kir ku daxwazên Leyla daxqwazên hemû civakê ye û xwest wekî jin deng bidin dengê Leyla Guvenê.
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemîr, bi armanca balê bikişîne ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 64 rojin di grevê de ye, çalakiya girtiyên PKK û PAJK'ê û salvegera kuştina 3 jinên kurd Sakine Cansız, Leyla Şaylemez, Fidan Dogan ên li Parîsê hatin kuştin û Pakîze Nayır, Sêvê Demir û Fatma Uyar ên li Sîlopiyê hatin kuştin li avahiya Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Dîlan, anî ziman ku 3 jinên kurd ên siyasetmedar ên li Parîsê hatin qetilkirin encama polîtîkayên înkar û bişaftinê bûn û wiha got: "Ev komploya siyaseta înkar û îmhayê bû. 6 sal di ser kuştina wan re derbas bû. Lê hêj berpirsiyar nehatine ronîkirin û cezakirin. Ev jî nîşan dide ku kujer tên parastin. Berî ku tetîkêş Omer Guney 3 jinên kurt qetil bike hat Tirkiye. Delîlên der barê ku cînayet çawa pêk bîne hene. Ev heqîqet bi xwe ye. Li dadgehên Firansayê jî heman agahî hene. Dadgeha Fransa agahî ji Tirkiye xwest, lê Tirkiye agahî bi dadgehê re parve nekirin û ser bûyerê veşartin. Ger ku ne wisa be divê meclîs bersîvê bide pêşniyarên me. Me duh dîsa pêşniyarname da. Lê bi dengên wekîlên AKP'ê pêşniyarnameya meya lêkolînê hat redkirin. Ev vê rastiyê aşkere dike. 100 sal derbas bibe jî êdî gel van jinan ji bîr nake. Gel pêş vê dozê bernade."
‘Bila 9'ê Çieyê bibe roja çalakiyan'
Dîlan, xwest 9'ê Çile ku 3 jinên kurd li Parîsê hatin kuştin bibe Roja Çalakiya Navneteweyî û wiha got: “Ev pergala tundiyê ku jinan dike navenda xwe berdewam dike. Li Silopiyê di 5'ê Çile de 3 jinên kurd Sêvê, Pakize û Fatma bi vê hişmendiya komployê hatin kuştin. Bedena jinê hat teşîrkirin. Cenaze li kolanan hiştin. Bi hezaran jin dîl hatin girtin. Ev polîtîka nîşan didin ku çiqas ji jina azad û têkoşêr ditirsin. Jin li her derê rastî tundiya bi pergal tên. Îktîdara AKP’ê ya 16 salan piştgirî da vê tundiyê. Ev polîtika tundiyê jinê dike hedef. Jinên siyasetmedar û pêşengên jin dike hedef. Serokomar dîsa bi gotinê xwe gefan li jinan dixwe. Jin ne tenê li meclîsê, li girtîgeh, kolan û malê, jin li hemû qadên jiyanê rastî gefan tên. Hêj duh Ceren Damar a ciwan ji aliyê mêr ve hat qetilkirin. Disa 2 xwendekarên zanîngehê yên ciwan di encama tundiya mêr de jiyana xwe ji dest dan. Tundiya mêr sînoran nas nake. Ev hemû girêdayî polîtîkayên AKP'ê yên jinê dijmin dibîne ye."
'Tendirustiya Leyayê di xeterê de ye'
Dîlan, bal kişand ser çalakiya Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 64 rojin di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdem de ye û wiha got: "Leyla ji ber tenduristiya wê xerab e çend roj in nikare bi parêzerên xwe re hevditinê bike. Tenê duh bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Niha tenduristiya Leyla Guven ketiye rewşek krîtîk. Der barê rewşa tenduristiya wê de fikarên me gelek zêde ne. Tekoşîna dîrokî tene bi vê çalakiya Leyla re bi sînor nema. Niha çalakî li Hewler, Ewropa û gelek girtîgehên din belav bûye. Li Tirkiye dîroka girtîgehan dîroka berxwedan û tekşînê ye. Ji bo li girtîgehan mirin pêş nekevin, em bang li her kesî dikin ku hestiyar tev bigerin. Em bang li îktîdarê jî dikin ku van dengan bibhîze. Divê bi lez daxwazên girtiyan qebûl bike û gavan bavêjin. Li nêzî 30 girtîgehan zêdeyî 100 girti di çalakiya grevê ya bêdawî û bêdorveger de ne.
'Tecrîd li herderê ye'
Dîlan, herî dawî bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan û wiha bi dawî kir: "Hemû beşên civakê piştgiriyê didin van çalakiyan. Diyar dikin ku daxwazên girtiyan daxwazên wan in jî. Her kes dixwaze demek berî demekê tecrîd bê rakirin. Her kes dixwazin binpêkirina mafên girtiyan a li girtîgehan bi dawî bibe û tecrîd bi dawîbibe. Daxwaza Leyla daxwaza me ye. Birêz Leyla şênber dixwaze tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Tecrîda li dijî Birêz Ocalan tenê li Îmraliyê ne bi sînor e. Li ser hemû civakê tecrîd heye. Divê pirsgirêka Tirkiye bi riya demokrasiyê çareser bibe. Ev tecrîd li dijî pêşeroja Tirkiye ye. Şerê li Rojhilata Navîn pêş dikeve encam ve tecrîdê ye. Fikrên Birêz Ocalan ên der barê çareseriya Rojhilata Navîn rêbazên aştiyane û demokratîk in. Niha li Rojhilata Navîn û Sûriye li dijî Kurdan şerek tê meşandin. Hem li Suriye û hem jî li Rojhilata Navîn Brêz Ocalan dikare rêya çareseriyê veke. Ji ber vê yekê em dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Divê her kes guh bide daxwazên Leyla Guven û deng bidin dengê wê. Em wekî jin neçarin deng bidin dengê Leyla Guvenê. Leyla Guven, li ser navê me tevan têdikoşe. Em hemû neçarin bibin dengê vê berxwedanê."