Girtiyan bang kirin: Deng bidin grevên birçîbûnê

  • 13:46 10 Çile 2019
  • Rojane
AMED - Denîz Kaya, li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê daxuyanî da û diyar kir ku li girtîgehan 171 girtî bi awayekî bi biryar çalakiya grevên birçîbûnê didomînin. Denîz, bang li her kesî kir ku mil bidin berxwedana girtiyan a li girtîgehan. 
 
Çalakiyên greva birçîbûnê ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin li girtîgehan hatine destpêkirin didome. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven 64 roj in di grevê de ye. Niha li seranserê girtîgehan 171 girtî di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. Koma di 16'ê Kanûnê de dest pê kir, di roja 25'an de berdewam dike. Li bajarê Strasbourgê yê Fransayê jî 15 çalakger 25 roj û li Hewlêrê Nasir Yagiz jî 50 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. Têkildarî çalakiyê li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyanî da. 
 
Denîz, ewil hemû kesên di oxira azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got: “Em xwe di xeta felsefîk û bîrdozî ya serokatiya xwe ya ku bûye heqîqet de dibînin û diyar dikin ku dê têkoşîna xwe ya sala nû bi sekneke ku bibe layîqê şehîdan bidomînin. Di vê pêvajoya ku rûyê faşîzmê yê bêreng û sar ku hewl dide jiyana civakê bifetisîne, em soz didin ku dê di her şert û mercî de berxwedaneke dijberî vê yekê raxin ber çavan û qet paş de gav neavêjin.”
 
Denîz, destnîşan kirku komploya Navneteweyî ya li dijî kurdan berdewam dike û wiha domand: “Polîtîkayên înkar û tunekirinê yên ku sed sal berê ji aliyê faşîzma dewleta tirk ve li hemberî kurdan ketin meriyetê, îro bi faşîzma Erdogan didomin. Tê dîtin ku tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ku bi hêzên derve re dixebite, ji bo rojanekirina komploya 20 sal berê hat pêşxistin, hemû hêza xwe seferber kirine. Lê em wek tevger hê bi rêxistinkirî û biryardartir in. Em ê li hemberî hemû polîtîkayên ku hûn dimeşînin li ber xwe bidin û teslîm nebin.”
 
Denîz Kaya, anî ziman ku wekî girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di 27’ê mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û 10 roj bêdorveger kirine û di 16’ê kanûnê de jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirine û wiha bi dawî kir: "Me ragihand ku heta tecrîda li ser Rêberê me dewam bike em ê grevan bidomînin. Îro 171 hevalên me di grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger de ne. Parlamentera HDP’ê Leyla Guven 64 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Çalakiyên greva birçîbûnê bi awayekî koordîne û rêxistinkirî dewam dikin. Di van çalakiyan de armanca me ya bingehîn ew e ku tecrîda li ser Rêberê me were rakirin. Li hemberî berxwedana zindanan dê tifaqa faşîst a AKP/MHP’ê hilweşe û faşîzm dê li hemberî vê berxwedana bêhempa têk biçe. Em girtiyên PKK û PAJK’ê bang li hemû hezkiriyên demokrasiyê dikin ku em bibin. Ger em bibin yek dê faşîzm hilweşe. Ji bo wê jî em li hemberî faşîzma Erdogan li ber xwe bidin. Berxwedana li hemberî faşîzmê, şikandina tecrîda li ser Rêberê me û azadiya Rêberê me tê wê wateyê ku hilbijartin û siyaset bi awayekî demokratîk bên kirin. Em bang li hemû civaka xwe dikin ku piştgiriyê bidin vê berxwedana li zindanan bi pêş dikeve û ji bo tecrîdkirina Rêberê me bê rakirin, em dengê xwe bilind bikin û bi awayekî yekpare li ber xwe bidin.”