Alîgirên AKP’ê ava vexwarinê qirkêj dikin lê şaredarî çavên xwe digire
- 13:33 10 Çile 2019
- Rojane
ERZİROM - Li navçeya Xorasanê çavkaniya avê ji aliyê alîgirên Şaredariya Xorasanê yên AKP’yî ve bi gemar û rêxa li lê dirêjin tê qirêjkirin û şaredarî jî çavên xwe digire.
Li navçeya Xorasanê ya Erziromê çavkaniya avê ya navçeyê ku di nav sê taxan re derbas dibe û tevlî Çemê Erez dibe ji alkiyê Alîgarên Şaredariya Xoresanê ya AKP'yî ve tê qirêjkirin. Çavkanî di nav taxên Şerefiye, Kazimkarabekîr û Camîkebîrê re derbas dibe.
Welatiyên navçeyê ku bertek nîşanî helweta alîgirên AKP'ê dan diyar kirin ku ji ber Şaredariya Xoresanê jî AKP'yî ye çavê xwe ji vê pêkanîna bi xeter re digire.