Li Girtîgeha Mêrdînê 7 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin
- 13:29 10 Çile 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Hat hînbûn ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E’ya Mêrdînê 7 girtî li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan di 5’ê Çileyê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk(KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 64 roj in ketiye greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger . Li gelek girtîgehan jî girtiyên sîyasî li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji van girtîgehan yek jî Girtîgeha Girtî ya Tîpa E’ya Mêrdînê ye. Hat zanîn ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E’ya Mêrdînê 7 girtî li dijî tecrîdkirina li ser Abdullah Ocalan di 5’ê Çileyê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine.
7 girtiyên ku dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine navên wan wiha ne: “Bayram Demîrhan, Vedat Duyuş, Mahsun Şen, Zana Yilmaz, Şerîf Demîrtaş, Bariş Akkuş û Bîrdal Abad.”