Nûçeya rojnamegera girtî desteser kirin
- 12:30 10 Çile 2019
- Rojane
KOCAELÎ - Rojnamegera girtî Meltem Oktay, der barê greva birçîbûnê de bi girtiyan re nûçe çêkir û xwest bi nameyê bişîne ji ajansa Mezopotamya re. Lê rêveberiya girtîgehê bi hinceta "Bi saqince ye" name desteser kir.
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK'ê û PAJK'ê di 27'ê Mijdarê de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 10 roj dorveger û bêdawî dest pê kirin, li gelek girtîgehên Tirkiye û herêmê berdewam dike. Di 16'ê kanûnê de jî li gelek girtîgehan çalakiya bêdawî û bêdorveger dest pê kiribû. Li Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Gebze jî Hacer Halil Yusuf, Ruhşan Bozan, Ozlem Ozdemir, Ayten Gulsum, Ozlem Soyler jî di 16'ê kanûnê de dest bi çalakiya bêdawî û bêdorveger kirin. Rojnameger Meltem Oktay jî têkildarî çalakiya greva birçîbûnê bi girtiyan re hevdîtin kir û nûçe çêkir. Meltem, piştî nûçe çêkir, bi riya nameyê ji Ajansa Mezopotamya re şand. Lê rêveberiya girtîgehê bi hinceta "Bi saqince ye" nameya nûçeyê desteser kir.
Meltep Oktay, piştî bi malbata xwe re bi telefonê axivî, têkildarî mijarê agahî dan. Meltem, diyar kir ku xwestiye hest û daxwazên girtiyên ketine grevê bike nûçe û bi raya giştî re parve bike û tu tişta bi saqince tune bû. Meletem, destnîşan kir ku nameya wê bi awayekî keyfî hatiye desteserkirin û dê îtîrazî vê biryarê bike.
Rojnameger Meltem Oktay dema li Nisêbinê Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DİHA) bû, di qedexeya derketina kolanan a 12'ê Nîsana 2016’an de li mala lê dima hat binçavkirin û girtin. Der barê Meltemê de bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" doz lê hat vekirin û piştre bi heman îdîayê 4 sal ceza lê hat birîn. Meltem, niha li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Gebzeyê girtî ye.