'Piştî greva birçîbûnê li girtîgehan zext zêdetir bûne'

  • 10:57 10 Çile 2019
  • Rojane
BALIKESÎR-Li Tirkiyeyê di girtîgehan de binpêkirina mafan her roj zêde dibe. Malbatên ku çûN girtîgeha Bandirmayê ya Tîpa T ragihandin ku li Bandirmayê îşkenceya li dijî mirovahiyê pêk tê û bang kirin ku herkes dengê girtiyan bibihîze. 
 
Di girtîgehên  Tirkiyeyê de zilm û îşkenceya li ser girtiyan her roj zêdetir dibe. Ji qedexekirina hevdîtinên bi malbatan bigirin heta bi mafê hevdîtina bi telefonê li girtiyan tê qedexekirin. Li gorî agahiyên ku girtiyên girtîgeha Bandirmayê ya tîpa T bi rêya  malbatên xwe ragihandin hat gotin ku girtiyên ji bo şikandina tecrîdê ketibûn greva birçîbûnê hatine derpkirin û  Malbatên ku çûn hevîdtina zarokên xwe dan zanîn ku zarokên wan ji wan re gotine heta wan dibin nexweşxaneyê jî îşkenceyê li wan dikin û her roj di dema jimartinê de jî tên derbkirin.  
 
“Qêrîna girtiyan bibihîzin” 
 
Yek ji malbatên ku çû hevdîtina zarokê xwe astengiyên ku di dema hevdîtinê de bi wan re rûbirû dimînin jî wiha vegot:.“ Em her jî 3 mehan carekê diçîn hevdîtina zarokê xwe. Em bi lêgerîna ku li dijî mirovahiyê tê kirin re rû bi rû dimînîn. Gava ku em bertek nîşanî vê helwesta rêveberên girtîgehê didîn gardiyan me bêdeng dikin û ji me re dibêjin 'Hûn xayînin, ev tişta tê serê we hîna jî kêm e û wan tehdît dikin' bi van gotinan gefan li me xwin. Di girtîgeha Bandirmayê de binpêkirina mafan gihiştiye asta herî bilind. Bi qasî ku kurê min gotî gava ku wan dibin hevdîtina bi xeberdana telefonê jî wan derb dikin. Ji xwe gava ku em çûn hevdîtinê jî ji ber lêdana ku li girtiyan hatibû kirin me dît ku rûyê wan tev reş û şîn bibû. Li qawîşa girtiyên siyasî gitiyekî ji mêziyê xwe astengdar jî heye,cihê vî mirovî ne girtîgeh nexweşxanê ye. Ev wîjdanek çawa ye? Ev ji hatiye derpkirin û rûyê wî ji ber îşkenceyê xuya nedikir. Ji ber ku dermanên wî nayên dayîn jî êrîşî girtiyan dike. Ev rewşeke talûke ye. Divê ev îşkenceya li ser girtiyan bi dawî bibe. Girtî dixwazin ku dengê wan bê bihîstin. Dengê ku ji girtîgehan derdikeve bibihîzin.”
 
'Piştî greva birçîbûnê zêdt zêdtir bûne'
 
Her wiha li hemû girtigehên Tirkiyeyê ji bo ku tecrîda li ser Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan şermezar bikin, ji 9 kanunê ve  greva birçîbûnê hatibû destpêkrin. Piştî despêkirina grva birçîbûnê êrîşên li ser girtiyan zêdetir bûne. Malbatan diyar kir ku êrîş ji bo ku grev bê şikandin tên kirin. Malbatan bang li herkesî kirin ku li dijî îşkenceya li girtiyan tê kirin bêdeng nemînin.