Banga ji bo grevên birçîbûnê: Ev peywira me ye

  • 10:48 10 Çile 2019
  • Rojane
AMED - Endama Însiyatîfa Azadiyê Ya Li Dijî Tecrîdê Gulcihan Şimşek ji bo balê bikşînin ser tecrîdê bang gel kirin ku beşdarî mîting û civînên derbarê tecrîdê û grevên birçîbûnê bibin û got:"Leylayê rihê serîhildan û têkoşîna jinên Kurd geş zindî dike."
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leylayê ket roja 64'an. Ji bo tecrîd û grevên birçîbûnê tê plankirin ku di 11'ê Çileyê de li 100  navendan bi awayekî hemdem civînên gel bên lidarxistin û di 19'ê Çileyê de mîtîng bê lidarxistin. 
 
Endama Însiyatîfa Azadiyê Ya Li Dijî Tecrîdê Gulcihan Şimşek bêdengiya ji bo tecrîdê rexne kir û bag kir ku gel beşdarî civîn û mîtingên dê bê lidarxistin kir. 
 
'Rihê serîhildanê zindî dike'
 
Gulcihanê da zanîn ku ji bo tenduristiya Leylayê ew bi fikar in û wiha got:"Îradeya gel Leyla Guven ji xeynî HDP'ê ne di rojeva tu kesî de ye. Parlamenterek ji bo aştiyê û azadiyê di greva birçîbûnê de ye û rewşa wê her ku diçe xirabtir dibe. Divê demildest daxwazên Leylayê bi cih bînin. Divê em hemû xwedî li vê çalakiyê derkevin. Leylayê rihê serîhildanê zindî dike."
 
'Peywira me ye ku em xwedî li vê çalakiyê derkevin'
 
Gulcîhanê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ji 12'ê Îlonê heta niha em bûn şahidê serîhildanên mezin ên li girtîgehan. Îrade û têkoşîna ku ji Sarayan û Mazluman ji me re maye hene. Grevên birçîbûnê di dîrokê de cihekî girîng girtiye. Leylayê ji bo gel bedena xwe da ber birçîbûnê. Peywira me ye ku em xwedî li vê çalakiyê derkevin. Di şexsê Abdullah Ocalan de li ser hemû gelê Kurd tecrîd tê ferzkirin. Li vî welatî gelek binpêkirinên mafan hene û her ku diçe zêdetir dibe. Ji bo tecrîd û grevên birçîbûnê em plan dikin ku di 11'ê Çileyê de li 100  navendan bi awayekî hemdem civînên gel li dar bixin û di 19'ê Çileyê de mîtîng bê lidarxistin. Em gelê xwe vedixwînin civîn û mîtinga ku ew ê bên li darxistin."