Amedî çi diaxivin?

  • 09:24 10 Çile 2019
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Yek ji bajarên ku rojeva Tirkiyeyê û herêmê diyar dike, Amed e û yek ji rojeva wan a niha hilbijartinên herêmî ne. Yek ji bajarên ku herî zêde gel li dijî qeyûman bertekan nîşan dide, di wesayîtên veguhestina komî de ka em binêrin gel çi diaxive?
 
Kesên di bi rê de dimeşin, her wiha li malê, kafe, kolan, restorantê, otobus û mînîbusan nîqaşên polîtîk tên kirin. Amed peywira lokomotîf a bajarên herêmê dike û gelê wê bi sekna xwe ya polîtîk tê zanîn. Di rojeva gelê Amedê de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê û hilbijartinên herêmî hene. Gel bi zimanekî teqez diyar dikin ku wê qeyûm biçin û kêf û coşa vê dijîn.
 
‘Kêm maye’
 
Dema mirov kesên temenê wan hinek pêş ketiye gûhdar dikin, ev gotinên wan balê dikşînin ; "Kêm ma kêm. Di 31’ê Adarê de wê gel îradeya xwe dane holê û xwedî li şaredariyên xwe derkevin."
 
Bertekên gel ên li hemberî pêkanînên ‘nû’ yên qeyûm jî zêde dibin. Yek ji van jî pergala qertê ya li otobusên şaredariyan e. Di otobusa ji Şilbê diçe Îplîkê de jinek pîr pere dide ajokar û diyalog dest pê dike. Ajokar dibêje ‘Agahiya te tune ye, bêyî qert hûn nikarin lê siwar bibin’. Jina pîr jî bi Kurdî diaxive û dibêje ‘ Ez ji ku bînim, ji kê qertê bigirim’.
 
‘Ez naxwazim li otobusê siwar bibim
 
Li otobusan her ku qerta ‘Diyarkart’ tê derbaskirin dirûşma AKP’ê ya ‘Em bi hev re xurt in’ tê gotin. Du jinên di otobusê de ligel hev rûniştine ji hev re dibêjin ew wateyê nadin vê pêkanînê û dibêjin ji bo vî dengî nebihêzîn naxwazin li otobusê siwar bibin.
 
‘Bi salane heman pêkanîn’
 
Di otobusek ku ji Ofîsê diçe Metropolê, du jin nîqaşa mijandina zarokan a di nav civakê de dikin. Jin bi dengekî bilind dibêjin divê ev ji holê bê rakirin. Rêwiyên din jî dîsa mijarê dibin ser qeyûm û îxracan.
 
‘Malê me difroşin me’
 
Mînîbusa diçe Deriyê Çiyê dema ber şaredariyê de derbas dibe, ajokar ji kesê gel xwe re dibêje : “Ber şaredariyan bûye wek qerekol. Ereziyên Sûrê tên firotin. We dît?’ Yê din jî wiha dibêje: “Dest danîn ser şaredariyan. Kar û barê wan çêkirina riyan e. Ne fabrîkayek ne tiştekî din. Hewl didin gel bi birçîbûnê terbiye bikin.”
 
Di dema şaredariya DBP’ê de rojnameger bêyî pere bi qertên xwe yên çapemeniyê li otobusan siwar dibûn. Lê piştî qeyûman gotin ‘bêyî qerta zer’ nikarin siwar bibin.