ROJEVA 10'Ê ÇILEYÊ 2019'AN

  • 09:00 10 Çile 2019
  • Rojev
*Endama Rêveberiya Aboriya Xweser a Herêma Firatê Newroz Cuman derbarê taybetî û girîngiya aboriya xweser de got:"Ji bo jin di warê aboriyê de xwe pêş bixin û bi vê yekê girêdayî civak pêş bikeve em her di nava hewldanekê de ne. Jin dema ku di qada aboriyê de azad bin ji koletiyê jî rizgar dibin." DÎMEN HEYE
 
*Jina Kurd a Êzidî û bijîşk, Nemam Gaforî ku li Siwêdê mezin bûye ji bo her çar parçeyên Kurdistanê hewld dide xizmeta tenduristiyê bike. Nemam a ku di heman demê de damezrînera Joint Help For Kurdistan e niha li Şehbayê birînên gelê Efrînê derman dike. Nemamê dibêje:"Hewl didim li her çar parçeyên Kurdistanê ez di xizmeta gelê Kurd de bim. Gelê Kurd ku salane bi zext û êrîşên mezin rû bi rû dimînin, gelekî bi rûmet û têkoşer e." DÎMEN HEYE
 
*Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li îstasyoneke benzînê 2 jinên bi navê  Rojda Çobanoglu û Ozgur Gumuşten ku dixebitin diyar kir ku wan xwestiye bi vê helwesta xwe nîşan bidin ku jin dikarin li hemû qadan bixebitin.
 
*Li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinê bi xwe re qetilkirin û xwekujiyê tîne. Der barê qetlîam û tundiya li dijî jinan seroka Komeleya  Jinek Jiyanek  Derya Kizilboga nirxandin kir.
 
*Futbolîst Bîlal J. yê ji Arjantînê ku ji aliyê qeyûm ve transferî Sîlvan Belediyesporê hat kirin, ji sûcê îstîsmarkirina zarokê 12 salî, hat girtin. Rojnamegerên ku xwestin derbarê îstîsmarê de nûçeyê çê bikin hat îdiakirin ku ji aliyê qeyûm ve bi gotina ‘nûçeyê çê nekin, beriya hilbijartinê îtîbara me zirarê nebîne’ hatine hişyarkirin.
 
*Sekretera Jinan a Egîtîm Senê Derya Yulcu diyar kir ku yên ku akademîsyen Ceren Damar qetil kiriye ne tenê gumanbar Hasan Îsmaîl Hîkmet e, yên ku dijminahiya li hemberî jinê afirandine jî ne. Deryayê got kujerên esas ên ku ev pergal afirandine.DÎMEN HEYE
 
* Muazzez Orhan a HDP’î diyar kir ku Leyla Guven ji bo kaosa heyî bişkîne findek pêxistiye û rê ronî kiriye û wiha got: “Ev qêrîn qêrîna me hemûya ne, qêrîna ciwan, zarok û jina ye, qêrîna vî welatî ye.”DÎMEN HEYE
 
*Yek ji bajarên ku rojeva Tirkiyeyê û herêmê diyar dike, Amed e û yek ji rojeva wan a niha hilbijartinên herêmî ne. Yek ji bajarên ku herî zêde gel li dijî qeyûman bertekan nîşan dide, di wesayîtên veguhestina komî de ka em binêrin gel çi diaxive?
 
*Bazirganên ji ber krîza aborî gelek bi bandor bûn diyar kirin ku wê krîz di 2019’an de zêdetir kûr bibe. Bazirganan got butçeya şer wê dîsa ji bacên ji wan tê girtin bê veqetandin.DÎMEN HEYE
 
*Şîrketa Enerjiyê ya Sanko ku li Salihlî bi soza mizgeft û ava germ çala JES’ê veda, di encama berxwedana gel de dest ji xebatê berda. Ji bo ax û hewa jehrî nebe welatiyan şev û roj nobet girtin û gotin ; “Havzayek din a Gedîzê tune ye. Hewcedariya me ne bi enerjiyê bi xwezayê heye.”DÎMEN HEYE