Li Mexmûrê Komkujiya Parîsê bi meşekê hat şermezarkirin

  • 16:58 9 Çile 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi meşeke ku hat lidarxistin 3 jinên siyasetmedar ên li parîsê ku di 9'ê Çileya 2013'an de hatin qetilkirin hatin bîranîn. 
 
Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Komkujiya Parîsê ya ku di encamê de 3 siyasetmedarên jin ên kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan dogan jiyana xwe ji dest dan bi meşekê di salvegera xwe ya 7'emîn de hat şermezarkirin. Di meşa ku ji ber deriyê wargehê hat destpêkirin û bi sedan kesên li wargehê tevli bûn de posterê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hilgirtin. 
 
Meşa ku hat destpêkirin heta Navenda Çand û Hunerê ya Wargehê berdewam kir. Piştî ku meşvan li ber navenda çandê rawestiyan  Endama Koordînasyona Îştar Pervîn Şirnex axaftin kir û ev tişt got: "Em di serî de komkujiya li Parîsê ku li dijî hersê Pêşengên Kurd yên jin hat kiri bi awayekî tund şermezar dikin. Em di kesayeta Sara, Rojbîn û Ronahî de tevahî şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Dijiminê Gelê Kurd her ku dixwaze bi komkujiyan Gelê Kurd tüne bike û qetil bike,  bila bizanibe ku wê ev komkujî gelê me tüne  nekin.”
 
Pervîn wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Em ê hertim şopdarên şehîdên xwe yên tekoşîna azadiyê bin. Em soz didin tevahî şehîdên xwe em ê li ser şopa wan bin.”
 
Meş bi diruşmên, “Şehîd namirin", "Bê Serok jiyan nabe", "Jin jiyan azadî Sara, Rojbîn, Ronahî ” bi dawî bû.