Greva birçîbûnê ya li Şengalê ji aliyê dayikan û ciwanan dewir hat girtin
- 16:55 9 Çile 2019
- Rojane
ŞENGAL - Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li Şengalê bi pêşengiya TAJÊ hatibû destpêkirin ji aliyê yekîtiya ciwanan û dayikên şengalê, dewir hat girtin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li Şengalê bi pêşengiya TAJÊ hatibû destpêkirin ji aliyê yekîtiya ciwanan û dayikên şengalê, dewir hat girtin. Jinên ku grev dewir girtin axivîn û gotin:"Em ê heta ku Rêber Apo azad bibe çalakiyên xwe bidomînin."
Viyan Cindî got:"Em berxwedana Leyla Guven slav dikin. Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê û heta Rêber Apo azad nebe em dev ji çalakiyên xwe bernadin."
Edlê Şemo wiha got:"Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em di vê rojê de 3 şoreşgerên jin ên ku li Parisê hatin qetilkirin jî bi bîr tînin. Em ê heta dawiyê doza wan biparêzin."
Endama Meclîsa TAJÊ Pakîze Celal got:"Têkoşîn û sekna me ya bi biryar a li dijî faşîzm û dagirkeriyê dê bidome."
Endama Meclîsa TAJÊ Mircan Hecî jî wiha got:"Heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê doza têkoşîna xwe û azadiya xwe bikin."