Sakîne Cansiz li ser gora xwe hat bîranîn
- 15:55 9 Çile 2019
- Rojane
DERSÎM - Meclîsa Jinan a HDP'ê û TJA'yê Siyasetmedara Kurd Sakine Cansiz li Dersimê li ser gora wê ya li Dersimê bi bîr anîn. Jinan xwest kujerên Sakîne bên dîtin û darizandin. Jinan destnîşan kirin ku ew mîrateya Leyla Guven û Sakineyan hildigirin ser milên xwe.
Meclîsa Jinan a HDP'ê û Tevgera Jinên Azad (TJA), Siyasetmedara Kurd Sakine Cansiz ku li gel Fidan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê hatin qetilkirin li ser gora wê ya li Dersîmê bi bîr anîn. Di 6'emîn salvgera kuştina 3 jinên kurd de Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Semra Guzel, Dersim Dag, Aktivîsta TJA'yê Ayşe Gokkan û Rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Dersimê amade bûn. Nûner, rêveber û aktîvîstên jin ên li Goristana Anit a Navenda Dersîmê kom bûn, ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz girtin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anî û wiha got: "Têkoşina wan ji bo me dibe ronahî. Em têkoşîna ku Sekine pêş xistiye çiqas bêjin têr nake. Peyv têr nakin. Em dê wan di dilê xwe de zindî bikin û têkoşîna wan pêş bixin. 3 sal piştî pêşengên têkoşîna azadiya jinê ya Cîhanê Sakine, Leyla, Fîdan, li Sîlopiyê Sêvê, Pakize û Fatma bi heman rengî hatin qetilkirin. Ev kuştin ne masum û rewa ne. Kuştina li parîsê siyasî ye. Bi plana navneteweyî pêk hatiye."
Semra, destnîşan kir ku Sakine Cansiz li Zindana Hêjmar 5 a Amedê li dijî zilm û zordariyê li ber xwe dabû û wiha berdewam kri: "Îro dîsa li Zindana Amedê berxwedanek dîrokî heye. Leyla Guven li Girtîgeha Amedê 63 rojin li dijî tecrîdê li ber xwe dide. Lê hişmendiya faşîst hêj ev dengê birêz Leyla nebihîstine. Sakine bi ruhê xwe yê berxwedêr teslîm nebû. Girêdana xwe ya azadiyê wekî mîrate ji mere hişt. Jinên jiyana xwe ji dest dan ji bo me şopek hiştin. Silav ji kesên şop li dîrokê hiştin re. "
'Armanca komkujiyê têkoşîna jinê bû'
Aktîvîsta TJA'yê Ayşe Gokkan jî diyar kir ku armanca komkujiya li Parîs û Sîlopiyê li dijî jinan pêk hat têkoşîna jinê ya azadiyê ye û wiha got: “Sakineyan li Rojhilata Navîn ji bo jinan pêşengiya têkoşîna azadiyê kir. Di şexsê jinên li Rojhilata Navîn de ji bo hemû jinên cîhanê pêşengî kir. Ji ber ku hêj komkujî ronî nebûye em carek din komkujiyê şermezar dikin. Heta ku komkujî neyê ronîkirin dê hemû dewletên para wan di navde heye em şermezar dikin. Em carek din têkoşîna Sakîne, Leyla, Fidan û Leyla Guven silav dikin."
Piştî axaftinan li ser gora Sakine Cansiz qurnefil hatin danîn û find hatin pêxistin.