'Em hêvî dikin ku Cejna Batîzmê bibe sedema rojên geş û xweş'

  • 15:41 9 Çile 2019
  • Rojane
Rûken Goman     
 
TIRBESPIYÊ - Jina Êzidî Hediya Şemo cejna batizmê pîroz kir û got:"Em hêvî dikin ku şerê li cîhanê bi dawî bibe û cejna batîzmê di nava aştiyê de her bê pîrozkirin."
 
Bi munasebeta cejna batîzmê Jina Êzidî Hediya Şemo ya li Tirbespiyê ya Kantona Qamişloyê axivî û got:"Tevî hemû zextan me heta niha bawerî û çanda xwe parastiye. Em hêvî dikin ku cejna batizmê bibe sedema rojên xweş."
 
Hediya Şemo got:"Em wekî Êzidî dixwazin ku em li hemû derê cîhanê bi awayekî azad çand û baweriya xwe bidomînin û bes bên qetilkirin. Em dixwazin ev roj bibe sedem ku hemû jinên Êzidî bên rizgarkirin. Cejna me heft rojî didome. Em her roj tiştekî taybet dikin. Em xwarinê çê dikin finda vê dixin. Di van rojan de hêviyên me zêde dibin."
 
Hediya herî dawî wiha got:"Em hêvî dikin ku şerê li cîhanê bi dawî bibe û cejna batîzmê di nava aştiyê de her bê pîrozkirin. Tevî hemû zextan me heta niha bawerî û çanda xwe parastiye. Em hêvî dikin ku cejna batizmê bibe sedema rojên xweş. Em hêvî dikin ku Cejna Batîzmê bibe sedema rojên geş û xweş."