6 jinên kurd ên siyasetmedar li Qoserê hatin bîranîn

  • 15:28 9 Çile 2019
  • Rojane
MÊRDÎN -  Li Parîsê di sala 2013’an û li Silopî jî di sala 2015 an de 6 jinên kurd ên siyasetmedar ku hatin qetilkirin li Qoserê hatin bîranîn. Di bîranînê de parlmanetera HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay axivî û wiha got: “Hemû yek bi yek li dora brêz Oclan bûn xelek, li dijî tecrîdê sekinîn û rihê kevneşopiya têkoşînê zindî kirin.”
 
 Li Payitextê Fransa Parîsê di 9'ê Çileya 2013'an de jinên siyasetmedar ên kurd  Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin, di 4’ê Çileya 2015’an de jî di dema derketina qedexeya derve ya 2015'dan de Sevê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar hatibûn qetillkirin. 6 jinên siyasetmedar ên kurd ku hatin qetilkirin ji aliyê HDP, DBP û TJA’yê ve hatin bîranîn. Bîranîn li avahiya HDP’ê ya Qoserê pêk hat û Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê û gellek welatî tevlî bûn. Di destpêka bîranînê de sînevîzyona ku derbarê 6 jinan de hatibû amadekirin hat nîşandan. Piştre beriya axaftinan ji bo şoreşgerên ku jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêz hat girtin.
 
Li ser navê saziyan Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Qoserê Ceyla Eser daxûyanî xwend. Ceyla, di daxûyaniya xwend de bal kişand qetilkirina 3 jinên li Parîsê û got ku bi zanebûn ew 3 jin hedef hatin girtin û qetil kirin. Ceyla, di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku di lêpirsîna berdewam dikir de kesekî bi guman hatibû girtin û wiha got: “Komkujiya ku pêk hat nehat ronîkirin. Di sala 2015’an de li Silopî komkujiyeke wekî vê pêk hat . Ev komkujiyên ku pêk hatin ji hev cuda nînin. Em ê tim xwedî li bîranîn û têkoşîna wan derbikevin.”
 
‘Em ê hemû li hember tecrîdê bisekinin’
 
Piştî daxûyaniyê Parlemenyta HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay axivî. Ebru, got ku Sakîne Cansiz di têkoşîna azadiya jinê de gava yekem avêtiye û wiha pêl da axaftina xwe: “Sakîne Cansız, ji Girtîgeha Amedê de têkoşîna xwe gav bi gav ji tax û kolanên Kurdistanê re gihand. Bi berxwedana xwe ya li girtîgeha Amedê polîtîqayên îşkenceyê vala derxistin. Em rihê têkoşîn û berxwedana xwe  ji wan digirin. Li Parîs û Silopiyê jinên hatin qetilkirin sedema qetilkirina wan heman e. Ew hemû yek bi yek li dora Birêz Ocalan xwe kirin xelek û li hember tecrîdê sekinîn û rihê kevneşopiya têkoşînê dan jiyîn. Heval Sevê di sala 2012’an de li girtîgehê bedena xwe da ber greva birçîbûnê û li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan têkoşînekî da. Bi bangawaziya birêz Ocalan dev ji greva birçîbûnê berda. Îro jî Leyla Guven ji bo heman tiştî dest bi greva birçîbûnê kiriye. Leyla Guven di Girtîgeha Amedê ya Tîpa E de bi heman xwestekê ketiye greva birçîbûnê. Taybetmendiya wê jî ev e; Heval Leyla ne ji bo xwe ketiye greva birçîbûnê. Ew ji bo gelê kurd ketiye greva birçûbûnê. Em ê jî greva birçîbûnê ya ku di Girtîgeh Amedê de berdewam dike ji xwe re bikin rehber û em li her derê li hember tecrîdê bisekinin.”
 
Ebrû, di dawiya axaftina xwe de got ku tiştê bidin me bi tenê komkujî û mirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber vê jî em ê li hember vê tecrîda Îmraliyê bikevin nav tevgerê û têkoşîna xwe mezin bikin. Heta ku tecrîda Îmraliyê neyê rakirin dê kurd tu carî azad nebin. Dibe ku sibê dereng be.”
 
Piştî axaftina Ebru, bi strana şoreşê ya  Koma Jinên Azad  bîranên bi dawî bû.