TAJÊ 3 jinên siyasetmedar bi bîr anî

  • 14:19 9 Çile 2019
  • Rojane
ŞENGAL -TAJÊ 3 jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê rêya 3 jinên siyasetmedar her bê şopandin. 
 
Di 9'ê Çileyê 2013'an de li Paytexta Firansayê ya bi navê Parîsê 3 jinen siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. TAJÊ 3 jinên Kurd û siyasetmedar bi daxuyaniyekê bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hat gotin dê ji bo her sê jinên siyasetmedar lêgerîna edaletê û têkoşîna ji bo cezakirina berpirsiyaran bidome. 
 
Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku her sê jinên siyasetmedar heta dawiya temenê xwe bi seknek têkoşer û jixwe bawer li berxwe dane. Di daxuyaniyê de hat gotin ku her sê jinên siyasetmedar xeta şoreş û têkoşînê hilbijartine û gelê Kurd dê xwedî li vê mîrateya wan derkeve.