Li Mexmûrê koma 9'emîn çalakî dewr girt

  • 13:51 9 Çile 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Gireva Birçîbûnê ya ku di 16’ê Kanûna 2018’an li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hatibû despêkkirin, di roja 25’an de ji aliyê koma 9’emîn ve bi merasîmeke girseyî dewer hat girtin.  
 
Gireva Birçîbûnê ya ku di 16’ê Kanûna 2018’an li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bişkînin li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hatibû despêkkirin, di roja 25’an de ji aliyê koma 9’emîn ve bi merasîma ku hat lidarxistin dewer hat girtin.  
 
Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê gireva birçîbûnê ya ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bişkînin û piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven di 16’ê Kanûna 2018’an hatibû despêkirin, di roja 25’an de ji aliyê koma 9’emîn ve dewer aht girtin. Di dema derwkirina koma  9’emîn de li ser navê komîteya çalakiyê Bêwar Unver axivî û wiha got: “ Wek tê zanîn li her çar parçeyên Kurdistanê, li zindanan û derveyî welat ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê bişkînin çalakiyên gireva birçîbûnê hatibûn despêkirin. Me jî wek Wargeha Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê ji bo piştgirîdayîna van çalakiyan û tecrîda girankiriya li ser Rêber Apo bişkînin di 16’ê Kanûna 2018’an de dest bi gireva birçîbûnê kiribû, ev gireva birçîbûnê di roja 25’an de bi komek nû tê dewir girtin. Em jî li ser navê komiteya çalakiyê serkeftinê ji tevahî çalakvanên di gireva birçîbûnê re dixwazin.”
 
Komkujiya li parîsê hat şermezarkirin
 
Li ser navê koma 8’emîn jî berdevka komê Cîhan Çiya ji wiha axivî: “ Em jî wek koma 8’an tevahî çalakvanên di gireva birçîbûnê de silav dikin. Wek tê zanîn îro 9’ê Çileyê ye salvegera komkujiya ku li parisê ya ji aliyê dijminê Gelê Kurd ve hatî kirin de em di kesayeta şehîd Sara de tevahî şehîdên Kurdistanê bibîr tînin û komkujiya li parîsê li ser her sê pêşengên jin hatî kirin şermezar dikin. Wek tê zanîn li her çar parçeyên Kurdistanê, zindanan û derveyî welat çalakiyên gireva birçîbûnê ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bê şikandin hatine despêkirin. Ji bo piştgirîdayîna van çalakiyan me jî dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kiriye, em dibêjin ku heta tecrîda li ser Rêber Ap û tecrîda li tevahiya zindanan neyê şikandin em ê çalakiyên xwe bidin berdewam kirin."
 
Piştre çalakî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" dewer hat girtin.