Di nava şert û mercên dijwar de azmûnên zarokên Efrînê dest pê kir
- 13:42 9 Çile 2019
- Rojane
Ferîde Zade
ŞEHBA - Zarokên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne di nava şerdên dijwar de têkoşîna jiyanê didin û ezmûnên wan ên dibistanê dest pê kir.
Li Şehbayê zindana ku di destên çeteyên DAÎŞ'ê de bû piştî rizgarkirina Şehbayê gelê Şehbayê ew wergerandin dibistanê. Zarokên ku li wir diçin dibistana navîn û ya amadeyê di nava şertên dijwar de dikevin azmûnan. Zarokên ku diçin dibistanê wiha dibêjin:"Em dixwazin di nava aştî û azadiyê de têkevin azmûnên xwe. Em naxwazin êdî ev şera bidome."
Emel Omer wiha got:"Ev dibistana ku berê zindan bû û tarî bû me kir dibistan û me zindana tarî ronî kir. Em dixwazin jiyana me ne tarî her dem ronî be."
Şêrîn Mustefa wiha got:"Em bi zehmetî li vir dibistana xwe dixwînin. Çiqas zehmet be jî em têdikoşin. Em dixwazin em di nava aştiyê de jiyana xwe bidomînin."
Her wiha Fîdan Yûsif got:"Sala borî dema em li Efrînê bûn ji ber ku dewleta tirk êrîşî me kir loma em ji dibistana xwe man. Em dixwazin dîsa Efrîn rizgar bibin û em biçin Efrînê."
Her wiha mamosteya dibistanê Evîn Dinklî wiha got:"Zarokên ku di nava şert û mercên dijwar de tên dibistanê hewl didin ku serkeftî bin. Zarokên li vir gelekî dixwazin Efrîn rizgar bibe û vegerin Efrînê."