Rûniştina Rojnameger Kibriye Evren sibehê ye

  • 12:11 9 Çile 2019
  • Rojane
AMED - 2'emîn danişîna doza Rojnameger Kibriye Evren ku li Amedê di 9'ê Cotmehê de hat binçav kirin û girtin dê di 10'ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin de bê dîtin. 
 
2'emîn danişîna doza rojnamevan Kîbriye Evren a di 9'ê Cotmehê de li Amedê hat binçavkirin û paşê hat kirin, di 10'ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin de li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê bê dîtin. Kibriye bi "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" tê tawanbarkirin. Di îdianameya der barê Kibriye de hat amadekirin tê xwestin ku 20 sal ceza lê bê birîn. Edîtora Jinnewsê Kibriye Evren dê di roja Rojnamegerên Dixebitin de derkeve pêşberî dadger. 
  
1'emîn Danişîna doza Kîbriye Evren di 6'ê Kanûna 2018'an de hatibû dîtin. Kibriye, parastina xwe bi kurdî kiribû û gotibû ew rojnameger e û ji ber pîşeyê xwe tê darizandin. Kibriye ya ku peywira rojnamegeran bi bîra dadger xist, wiha gotibû: "Karê rojnamgeran şopandin nûçeyan e, ragihandina rastiyan e. Ji bo pîşeyê xwe derketim dervê welêt jî û li cihê ku ez çûmê min nûçe şopandin. Îfadeya ku şahidinê veşarî derbarê min de dane qebûl nakim, ji ber ku derew e.  Kesên derbarê min de îfade dane xwestine pîşeyên min xirb nîşan bidin. Pîşeyê min wekî karekî îlegal nîşan didin. Lê karê ku dikim ne îlegal legal e.  Ez li saziyeke fermî dixebitim. Li ajansa nûçeyan a jinê dixebitim. Bi her partî û saziyan re têkiliyê datînim û nûçeyên wan çêdikim .TJA jî saziyeke jinan e û ez nûçeya wê jî çêdikim. Ez sucdariyan qebûl nakim û tehliyeya xwe dixwazim. Nûçeyên ku min di medyaya civakî de parvekirine nûçeyên ajansên din in."