'Ne salek sed sal jî derbas bibin em ê Efrînê ji bîr neke'
- 11:31 9 Çile 2019
- Rojane
Hesna Mihemad
ŞEHBA - Jinên Ereb ên li Şehbayê derbarê salvegera êrîşên li ser Efrînê hestên xwe anîn ziman û gotin:"Dewleta tirk a dagirker bi armanca tunekirina hemû gelên li Sûriyeyê êrîşî Efrînê kir. Li Efrînê komkujiî û talan pêk anî. Ne salek sed sal jî derbas bibin em ê Efrînê ji bîr neke."
Bi munasebeta nêzîkbûna êrîşên li ser Efrînê jinên Ereb anîn ziman ku Efrîna ku ewle bû niha li wir binpêkirina mafan gelek zêde bûne û wiha gotin:"Li pêş çavên hemû cîhanê Efrîn hat dagirkirin. Qirkirina xwezayî û mirovahî pêk hat. Divê ev yek ji dagirkeran re nemîne."
'Efrîn a Efrîniyan e ne ya dagirkeran'
Jina bi navê Necwe Hico diyar kir ku Efrîn cihekî ewle bû lê niha ne wiha ye û got:"Dewleta tirk a dagirker Efrîn talan kir niha dixwaze komkujiyên nû pêk bînin. Lê em ê destûrê nedin vê yekê. Em di wê baweriyê de ne dê Efrîn ji dagirker û çeteyan bê rizgarkirin. Efrîn a Efrîniyan e ne ya dagirkeran."
'Em dixwazin ev dagirkeriya dewleta tirk demildest bi dawî bibe'
Endama Komîteya Civaka Demokratîk (KPCD) Fatma Dawûd wiha axivî:"Li ser navê hemû jinên Şehbayê em vê dagirkeriyê şermezar dikin. Em dixwazin ev dagirkeriya dewleta tirk demildest bi dawî bibe. Em ê li dijî desthilatdariya dewleta tirk her axa xwe biparêzin."
'Ne salek sed sal jî derbas bibin em ê Efrînê ji bîr neke'
Hevseroka Komîna Navçeya Fafînê Ayîşe Mihemed wiha got:"Em naxwazin dewleta tirk li ser axa me be. Dewleta tirk a dagirker bi armanca tunekirina hemû gelên li Sûriyeyê êrîşî Efrînê kir. Li Efrînê komkujiî û talan pêk anî. Ne salek sed sal jî derbas bibin em ê Efrînê ji bîr neke. Li pêş çavên hemû cîhanê Efrîn hat dagirkirin. Qirkirina xwezayî û mirovahî pêk hat. Divê ev yek ji dagirkeran re nemîne."