Jinên Girkêlegê: Sakîne û rêhevalên xwe nîşaneya têkoşînê ne
- 10:22 9 Çile 2019
- Rojane
Rûken Goman
QAMIŞLO - Jinên Girkêlegê komkujiya parîsê şermezar kirin û gotin:"Sakîne Cansiz û rêhevalên xwe ji bo jiyanek aram û azad li berxwe dan. Sakîne û rêhevalên xwe nîşaneya têkoşînê ne. Divê berpirsiyarên vê komkujiyê bên cezakirin."
Di 9'ê Çileyê 2013'an de li paytexta Firansayê ya bi navê Parîsê 3 jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fidan Dogan hatin qetilkirin. Jinên Girkêlega Dêrika Kantona Qamişloyê gotin:"Sakîne û rêhevalên wan ji bo me hêza vejînê ye. Em ê her şopdarê doza wan bin."
'Sakîne û rêhavalên xwe xwedî seknek bi rûmet bûn'
Jina Ereb a bi navê Xaliya Selmo got:"Sakîne û rêhevalên xwe têkoşer bûn û êşa hemû jinên li cîhanê parve dikirin. Li dijî hemû rengên desthilatdariyê li berxwe dan. Bi hezaran jinî Sakîne û rêhevalên wê ji xwe re wekî mînak dîtin û her di rêya wan de doza xwe diparêzin. Sakîne û rêhavalên xwe xwedî seknek bi rûmet bûn."
'Sakîne û rêhevalên xwe nîşaneya têkoşînê ne'
Her wiha jina bi navê Koser Silêman wiha got:"Komkujiya li parîsê xwedî rabirdûyek dirêj û di encama hesabên kûr de pêk hat. Xwestin bi vê yekê îradeya hemû jinên Kurd biçewisînin. Bi vê komkujiyê dewleta tirk xwest ku tevgera Kurd tasfiye bike. Lê ew ê tu carî negihêjin armanca xwe. Sakîne Cansiz û rêhevalên xwe ji bo jiyanek aram û azad li berxwe dan. Sakîne û rêhevalên xwe nîşaneya têkoşînê ne. Divê berpirsiyarên vê komkujiyê bên cezakirin. Sakîne û rêhevalên wan ji bo me hêza vejînê ye. Em ê her şopdarê doza wan bin."