Xwendevanan Piştgirî dan Gireva Birçîbûnê

  • 10:15 9 Çile 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Xwendevanên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi pêşbirkek ku li dar xistin piştgiriya xwe ji bo çalakvanên gireva birçîbûnê dan diyarkirin. Di pêşbirka ku hat lidarxistin de jinên pêşeng ku di 9’ê Çileya 2013’an li Parisê hatibûn qetilkirin jî hatin bibîranîn.
 
Ji bo piştgirîdayîna çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Cakên Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin ji hemû aliyê Kurdistanê bi armanca piştevaniyê çalakiyên greva birçîbûnê tên lidarxistin. Di çarçoveya van çalakiyan de li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) jî çalakiya greva birçîbûnê ku hatibû destpêkirin berdewam dike. Xwendevanên  Wargehê jî  bi pêşbirkek zanistî ku li dar xistin piştgiriya xwe ji bo çalakvanên gireva birçîbûnê dan diyarkirin.
 
Pêşbirka ku bi armanca piştgirîdayîna greva birçîbûnê û ji bo bîranîna 3 jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9'ê Çileyê de li payitextê Fransa Parîsê hatin qetilkirin hat lidarxistin bi merasîmeke ji bo hemû şehîdên şoreşê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê hat pêkanîn. Hersê dibistanên ku tevlî pêşbirkê bûn jî bi hersê nasnavên pêşengên Kurd yên jin Sara, Ronahî û Rojbîn hatin binavkirin. 
 
Çalakiya Leyla Guven hat silavkirin
 
Piştî merasîmê  li ser navê Saziya Perwerdê ya Mexmûrê Mamosta Mihemed Karal axivî û wiha got: “ Em despêkê çalakiya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP'ê  Colemêrgê Leyla Guven tevahî çalakvanên di gireva birçîbûnê de siliav dikin. Wek tê zanîn ev demeke li zindanên bakurê Kurdistanê û çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bişkînin, çalakiyên gireva birçîbûnê hatine despêkirin. Me jî wek Saziya Perwerdê ya Wargeha Mexmûrê ji bo piştgirî dayîna van çalakiyan li ser navê dibistanan pêşbirkek ya zanistî amede kiriye û em ê vê pêşbirkê ji bo we pêşkêş bikin. Ev çalakî hîna mîrasên salên 1984’an ne ku weke çandek ya berxwedanê ji bo Gelê Kurd bingehekê dide avakirin.” 
 
Kesên tevli pêşbirkê bûn hatin xelatkirin
 
Di pêşbirka ku hat lidarxistin de dibistana bi navê Şehîd Sara bi 180 pûanan 1'emîn, ya bi navê Şehîd Rohanî bi 170 pûanan 2'emîn û dibistana bi navê Şehîd Rojbîn jî bi 160 pûanan 3'emîn hat. Piştî pêşbirk bi dawî bû her sê dibistanên ku tevli pêşbirkê bûn jî hatin xelatkirin. Bernameya pêşbirkê  bi diruşmên  "Bijî Serok Apo"  û "Şehedî Namirin" bi dawî bû.