‘Jin wê wek Sakîneyan berxwe bidin’
- 09:15 9 Çile 2019
- Rojane
DÊRSÎM - Hevseroka HDP’a Dêrsîmê Ozlem Toprak diyar kir ku berxwedana siyasetmedara Kurd Sakîne Cansiz a li Parîsê hat qetilkirin, nîşan daye ku jin çiqas xurt in û wiha got: “Sakîneyê berxwedana xwe wekî mîrate hişt. Jin wê li dijî êrîşên li hemberî jinê wek Sakîneyê berxwe bidin. Sakîne li pêş me bû ronahî.”
Di 9’ê Çileyê 2013’an de li Parîsê sê siyasetmedarên jin ên Kurd Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Sakîne Cansiz hatin qetilkirin. Têkoşîna wan ji jinan re mîrate ma. Sakîne Cansiz di 1958’an de li Dêrsîmê hat dinê. Sakîne piştî darba 12’ê Adara 1971’ê şûnde eleqeyê nîşanî têkoşîna ciwanên şoreşger dide. Sakîne piştre di nav kadroyên pêşeng a PKK’ê de cih digire.
Sakînê di yekemîn kongreya PKK’ê ya 27’ê Mijdara 1978’an de cih girt. Di 1979’an de li Elezîzê hat girtin û di darbeya 12’ê îlonê de li girtîgeha Amedê bû. Sakîne bi berxwedana xwe ya li girtîgehê bû sembol. Sakîne di 1991’ê de ji girtîgehê derket xebata xwe bi awayekî çalak meşand. Sakîneyê bi taybet girîngî da têkoşîna jinê û jinên fabrîkaya rêxistin kir. Ji jinên zanîngehê bigire heta jinên fabrîkayan bi her kesî re têkilî danî. Her wiha pirtûka xwe ya ‘Jiya min her tim pevçûn bû’ nivîsî.
‘Li pêş me bû ronahî’
Hevseroka HDP’a Dêrsîmê Ozlem Toprak da zanîn ku têkoşîna Sakîneyê ji bo jinan bûye hêzek mezin û got her tim li pêş wan bûye ronahî. Ozlemê ev tişt daxuyand: “Berxwedan çawa divê bê dayîn nîşanî me da. Sakîne û hevalên xwe bûn kevirên esas ên têkoşîna azadiya jinê. Li dijî çanda feodal têkoşînek mezin meşand. Her tim li dijî şaşiyê sekinî û têkoşîn meşand. Sakîneyê mîrate ji me re hişt. Wê hemû jin wek Sakînê berxwe bidin, xweşik bibin. Ji ber vê divê em wan wek rehber bibînin û têkoşîna xwe bidin jiyîn. Sakîne nûnera berxwedanê ye. Ev berxwedan berxwedana jinên Kurd e.”