Komkujiya Parîsê destpêka plana têkbirinê ya dewletê bû
- 09:04 9 Çile 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama TJK-E Rojda Yildirim diyar kir ku li Parîsê hedefgirtina her sê siyastmedarên Kurd ên jin ne tesaduf bûye û di şexsê Fîdan Dogan de xwestin peyamê bidin xeta enternasyonal. Rojdayê got her îro li dora Şoreşa Rova xeta enternasyonal pêş ketibe teqez bi saya heval Rojbîn pêk hatiye.
Li Parîsa Fransayê di 9’ê Çileyê 2013’an de li navenda Enformasyon a Kurd sê jinên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) hatin qetilkirin. Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan di 17’ê Çileyê 1982’an de gundê Mola Butan ê Elbîstan a Mereşê hat dinê. Di 1984’an de jî dê û bavê Fîdanê diçin Fransayê û Fîdan bi 2 xwişkên xwe re li gund li cem bapîra xwe dimîne.
Fîdanê heta pola duyem a dibistana seretayî li gund xwend û di 8-9 salî de ew jî ket riya koçberiyê. Hevala wê ya xebatê Endama Tevgera Jinan a Kurd (TJK-E) Rojda Yildirim Fîdan vegot.
* We kengî Fîdan nas kir?
Min di 2007’an de li Parîsê Fîdan nas kir. Heta roja şehîd ket min şahidiya gelek xebatên wê kir.
* Fîdan kengî tevlî xebatan bû? Di kîjan xebatan de cih girt?
Fîdanê di temenê biçûk de têkoşîna gelê Kurd nas kir. Di temenê ciwan de tevlî xebatan bûbû. Di 1999’an de bi awayekî çalak di xebatan de cih girt. Demekê di xebatên ciwanan de cih girt. Piştre jî di nava tevegera jinên Kurd de xebat meşand.Ji 2002’an şûnde Nûneriya KNK’ê ya Parîsê dikir.
* Sekna wê ya di xebatan de çawa bû? Fîdan bi kîjan taybetiyên xwe tê zanîn?
Em Fîdanê yanî Rojbînê bi rûkeniya wê nas dikin. Enerjiya wê pir pozîtîf bû. Tu car xwe ji xebatan nedida alî. Têkoşer bû. Bi cidiyet nêzî xebatan dibû. Bi dîsîplîn xebat dimeşand. Bi moral û motîvasyon tevlî xebatan dibû. Biçûya ku derê coşa wir zêde dibû. Tu car rûyê wê tirş nedibû. Her tim dikeniya. Serbilind û bawer bû. Xeta têkoşînê diparast.
Ne tenê di nav Kurdan de, ji bo têkoşîna azadiya Kurd bi dehan dost da qezenckirin. Îro ger tora enternasyonel a li dora Şoreşa Rojava, pêk hatibe ev bi saya hevala Rojbîn pêk hat. Para keda wê pir zêde ye. Bi gelek mirovan têkoşîn da hezkirin. Gelek dostî bi saya wê Kurd nas kirin. Bi gelek roportajên ku da rojnameyan pêşdaraz şikand. Rojbîn hêzek rêxistinkirî bû. Gelek komên femînîst bi saya wê tevger nas kir. Di rayagiştî de di nasandina tevgerê de pir bi bandor bû.
*Fîdan çima li Ewropayê dijiya? Sedema koçberbûna wan çi bû?
Mereş bajarekî kozmopolît a li sînorê Tirkiye û Kurdistanê cih digire ye. Piranî Kurdên li wir dijiyan Elewî- Kizilbaş bûn. Dîsa yek ji cihên ku yekem car tevger lê bi rêxistin bûye. Di 1978’an de li hemberî Kurdên Kizilbaş komkujî pêk hat. Polîtîkayên piştî komkujiyê jî teqez dikevin çarçoveya qirkirinê. Piştî komkujiyê bingeha bajar hat guhertin. Di encama polîtîkaya de Kurdên Kizilbaş neçar man koçî Ewropayê bikin. Sedema koçberbûna Fîdan û malbata wê jî ji ber vê sedemê ye.
*Li pişt perdeya komkujiyê çi heye?
Wê demê di navbera dewleta Tirk û Birêz Ocalan de pêvajoya muzakerê hebû. Komkujî di wê pêvajoyê de pêk hat. Hat hînbûn ku ev xebata tasfiyeyê ya hikûmeta AKP’ê ye. Di bin navê ‘em pirsgirêka Kurd çareser dikin’ de xebatên tasfiyeyê hatin meşandin. Derket holê ku talîmata komkujiyê ji aliyê dewlet û hikûmeta AKP’ê ve hatiye dayîn. Hedefgirtina her sê siyasetmedarên jin bêguman ne tesaduf e. Sakîne yek ji kadroyên damezrîner a tevgera azadiya Kurd bû. Jinek şoreşger bû. Fîdanê dengê Kurdan bi cîhanê da bihîstin. Leylayê enerjiya ciwanên Kurd temsîl dikir. Bi van her sê jinan xwestin peyamê bidin dînamîkên Kurd.
* Kîjan xebatên Fîdanê nîvco man? Di xebatan de kêmasiyên çawa çê bûn?
Tijekirina cihê Fîdanê bêguman zehmet e. Demek dirêj bêguman zehmetî hatin jiyîn. Lê Fîdanê bi terza xebata xwe ya kolektîf gelek kes tevlî xebatan kiribû. Şehadeta wê bandorek mezin li ser me hemûyan kir. Piştî komkujiyê ne tenê hevalên wê, dostên wê jî ji bo bîranîna wê dizanîbûn ku projeyên wê divê bên berdewamkirin. Komîte ava bûn. Hevalên wê xebata wê meşandin.