'Sakîne Cansiz û rêhevalên wê çavkaniya têkoşîna jiyanê bû'

  • 09:03 9 Çile 2019
  • Rojane
Civîn Husên
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevala têkoşîna Sakîne Cansiz, Dîlan Nûrheq derbarê 7'emîn salvegera Komkujiya Parîsê de, nirxandin kir û got:"Di şexsê her sê jinên şoreşger de îradeya gelê Kurd hedef hat girtin. Bi qetilkirina her sê jinên şoreşger demokrasî û aştî hedef hat girtin. Sakîne Cansiz û rêhevalên wê çavkaniya têkoşîna jiyanê bû. Heta em hebin em wan ji bîr nakin."
 
Di 9'ê Çileyê 2013'an de 3 jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan li Paytexta Firansayê ya bi navê Parîsê hatin qetilkirin. Ji ser qetilkirina 3 jinên siyasetmedar 7 sal derbas bû lê hîn berpirsiyarên komkujiyê nehatine cezakirin. Têkildarî mijarê de hevala têkoşîna Sakîne Cansiz, Dîlan Nûrheq got:"Sakîne Cansiz û rêhevalên wê mînaka têkoşîn û rêxistinbûyina gelê Kurd in. Wan heta dawiya temenê xwe li dijî zilm û zordestiyê li berxwe dan. Ronahiya dilê wan rêya gelê Kurd ronî kir."
 
'Sara pêşenga tevgera azadiya jinê ye'
 
Dîlanê diyar kir ku di jiyanê de pêşengiyên wekî mînakên gelek girîng hene û Sakîne yek ji vana ne û wiha got:"Sara yanî Sakîne jinek bi hêz, jixwe bawer û têkoşer bû. Wê rêya têkoşîn û azadiyê şanî jinan dida. Ji bo wê perwerde gelek girîng bû. Ji dil û can xebat didan meşandin. Sakîne hêzek mezin dida mirovan, bi taybetmendiyên xwe yên pêşengtiyê bandorek mezin dikir. Ew mînaka jina zane, perwerdekirî û tekoşer bû. Wateya hezkirana rast di şexsê wê de dihat dîtin, nêzîkbûn û tevgerên wê her ji hevalên derdor e dibû feyz. Hevaltiya wê ya bi Serokatî re pir cuda bû, girêdanek xurt bû. Ji gel re gelek hez dikir. Min di sala 1995'an de li Botanê cara yekemîn Sakîne dît, nîqaşên wê hêz dida min. Her zindî bû û bi tevger bû."
 
'Komkujiya Parîsê berdewamiya komploya Navneteweyî ye' 
 
Dîlanê diyar kir ku Abdullah Ocalan Şehadeta Sakîneyê wekî berdewamiya Komploya Navneteweyî bi nav kir û got:" Dema Rêber Abdullah Ocalan bi Desteya Tirkiyeyê re hevdîtin çê dikir şehadeta Sakîne bihîst, Rêbertî hevdîtin qut kir û got ev berdewamiya Komplo ye. Sakîne hevala Rêber Apo ya destpêkê bû, bi vê komkujiyê xwestin Rêbertî teslîm bibe, her wiha  PKK'ê tasfiye bikin û derbeyekê li tevgera azadiya jin bixin û heta niha ev komplo dewam dike. Rêber Apo bersiv da vê komployê. Sîstema dijmin ku destpêkê dibêjin jina bikujin, jina kurd pêşengtiya azadiya jin kir û hêvî da jinên cîhanê û her kes xwe lê digre, loma Sakîne bi zanebûn hat hedefgirtin. Komplo niha tevahî gelên azdîxwaz û berxwedêr hedef digire, dixwazin komkujiya jinan û gelan pêş bixin, çiqas tevgera jin mezintir dibe êrîş zêdetir dibin, bi bilindkirina berxwedanê em ê bersivê bidin komployê."  
 
'Berxwdana Sakîne ya Zindanê bi çalakiya Leyla Guven îro zindî dibe'
 
Dîlan çalakiya Leyla Guven slav û got:" Leyla jî wek Sakîne jiyana xwe bi berxwedanê dewam dike, Sakîne ji bo tevahî jinan mînak e û pêşenga berxwedanê ye, li hermber zilm û îşkenceya dijmin Sakîne tu carî serî netewand, têkoşîna wê bi tevlîbûna bi hezaran jinan li ser şopa wê bi ser ket. Îro jî bi sedan jin wek Leyla Guven di nav çalakyên bi wate de ne, berxwedana Sakîne îro zindî dibe. Divê hemû jinên azadiyê dixwazin li ser şopa Sakîne piştevaniya Leyla Guven bikin."  
 
'Dijmin her dixwest îrade û hebûna jinê bişkîne'
 
Dîlanê diyar kir ku Şoreşa Jin a Rojavayê Kurdistanê mîrasê Têkoşîna Tevgera Azadiyê a bi pêşengtiya Sakîne bû û got:" Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye ji ber ev şoreş di pêşengtiya jinê de pêk hat, şoreşa zihnî, çandî, hîn berdewam e, gelek destkeftiyên jin mezin çê bûne. Şoreşa Rojava bi pêşengtiya YPJ'ê pêş ket, li hermber teror û dagirerkiyê şer kir, li ser şoreşa Rojava êrîşek pir mezin heye, YPJ, Kongreya Star mîrasê tevgera Azadiyê ya ku di pêşengtiya Sakîne de mezin bû. Bingehek keda Sakîne ya mezin li Rojava heye, demek dirêj li Rojvayê Kurdistanê ma û  gelê Rojava baş Sakîne nas dikir û bi bandor bûbû. Bawer im ger Sakîne heta niha sax be wê di şoreşa jin a Rojava kedek mezin daba. Şoreşa ku bûye mînaka cîhanê û bi sedan jinên enternasiyonal tevlî dibin, hêviyên Sakîne û projeya Serokatî îro li Rojava pêk hat. Keda Sakîne li Rojava îro encamê xwe dide."
 
'Di şoreşên cîhanê de jin her pêşeng bû'
 
Dîlan da zanîn ku di cîhanê de her jin pêşenga berxwedanê bû û wiha bi dawî kir:"Di her pêvajoyekê de jinên berxwedêr mîna Zîlan, Bêrîtan, Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr bûn mînak. Di şoreşan de jin her mîrasekê ava dikin, ji Sakîna em fêr bûn ku jineke têkoşîn neke kole ye, jinek têkoşîn bike azad dibe, jiyan û pêvajoyên Sakîne em baş nas bikin û ji xwe re mînak bigirin, wek tevgera jin û tevahî jinên azadîxwaz li cîhanê keda Sakîne û têkoşîna wê xwedî lê derkevin û bidomînin. Xeyalên Sakîne bi azdiya jin û gelan pêk bînin."