Jinên li Wargeha Rojê: Li dijî gefan em jî li berxwe didin

  • 09:01 9 Çile 2019
  • Rojane
Rûken Goman  
 
DÊRIK - Jinên li Wargeha Penaberan a Rojê ku li Dêrika Rojava ye, dibêjin:"Gef û êrîşên dewleta tirk bandorek neyînî li me jî dike. Loma li dijî gefan em jî li berxwe didin. Divê dagirker dev ji kiryarên xwe yên qirêj berdin."
 
Jinên koçber ên ku li Wargeha Penaberan a Rojê ku li Dêrika Rojava ye, bi cih bûne derbarê gefên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gotin:"Em carekê ji cihê xwe bûn. Em naxwazin cara duyem ji cihê xwe bibin. Em ji koçberiyê westiyane. Em dixwazin jiyanek bi rûmet û aram her bijîn."
 
'Em Rojavayê Kurdistanê ji bo xwe wekî stargehekê dibînin'
 
Jina bi navê Rûqeya Hûsên diyar kir ku ew dixwaze hemû kes jiyanek aram bijî û wiha got:"Piştî ku DAÎŞ'ê êrîşî me kir şûnde em hatin li Rojavayê Kurdistanê bi cih bûn. Em Rojavayê Kurdistanê ji bo xwe wekî stargehekê dibînin. Ev 5 sal in em li vir in. Gelê Kurd me ji DAÎŞ'ê diparêze. Lê dewleta tirk bi gef û êrîşên xwe dixwazin koçberî û komkujiyên nû pêk were. Dewleta tirk a dagirker li ser xwîna mirovan xeyalên xwe zindî dike. Bila deshilatdar êdî dev ji kiryarên xwe yên qirêj berdin û bihêlin ku mirov aram bijîn."
 
'Em dixwazin jiyaneke bi rûmet û bê şer bijîn'
 
Jina bi navê Emel Derwîş jî bal kişand ser tifaqên ji bo berjewendiyê tên avakirin û wiha got:"Gelê Kurd li me xwedî derket. Em naxwazin êrîş li gelê Kurd bê kirin. Ji bo berjewendiyên xwe tifaqên ku dixwaze xwînê birjîne tê avakirin. Piştî Rojava tu derek ku em pê de biçin tune ye. Em dixwazin jiyaneke bi rûmet û bê şer bijîn. Gef û êrîşên dewleta tirk bandorek neyînî li me jî dike. Loma li dijî gefan em jî li berxwe didin. Divê dagirker dev ji kiryarên xwe yên qirêj berdin. Em carekê ji cihê xwe bûn. Em naxwazin cara duyem ji cihê xwe bibin. Em ji koçberiyê westiyane. Em dixwazin jiyanek bi rûmet û aram her bijîn."