Çalakiya greva birçîbûnê ya li Silêmanî didome
- 16:12 8 Çile 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 49’an de berdewam dike. Koma 25’emîn çalakî dewir girt.
Di dema çalakî dewirgirtinê de Hevserokê Nûnertiya HDP’ê li Başûrê Kurdistan Abid Îke axivî. Îke diyar kir ku heya tecrîd li ser Ocalan neyê rakirin, ew ê çalakiya xwe berdewam bikin û got ku ewê çalakiyên xwe bi şêwazên cûda berfireh bikin.
Abîd di dewama axaftina xwe de got: “Em dixwazin ku di rojên pêş de li gel rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê civînekê bikin, ji bo ku em di Başûr de çalakiyên xwe hîn berfirehtir bikin. Her wiha em dixwazin di rojên pêş de dest bi kampanya îmzeyan bikin, ji bo ku em kiryarên dewleta Tirk şermezar bikin ku rojane li Bakurê Kurdistanê li hemberî endamên me dikin.”
Abid Îke herî dawî jî qala tifaqa partiyên Kurd li Bakurê Kurdistanê kir û got: “Ev yek cihê destxweşiyê ye ku li Bakurê Kurdistanê ji bo kêmkirina desthilatdariya Erdogan partî û rêxistinên siyasî yên Kurd tifaqek pêkanîne. Pêwîst e hemû aliyên din jî li Bakurê Kurdistanê li hemberî kiryarên dewleta Tirk xwedî helwestên cidî nîşan bidin."