Doza mêrê li dijî 50 zarokan êrîşa zayendî pêk anî hat taloqkirin
- 14:28 8 Çile 2019
- Rojane
MÊRDÎN – Daneşîna doza mêrê bi navê M.Ş.Y.’yê ku li dijî 50 zarokên xwendevan li gundê Kevirşînê yê Dêrîkê êrîşa zayendî pêk anî hat dîtin. Heyeta dadgehê doz taloqê 28’ê Sibatê kir.
Daneşîna 3'yemîn a doza bersûcê bi navê M.Ş.Y. ku sala borî di meha Adarê de li gundê Kevirşîn ê Dêrikê, li dibistana Seretayî ya Goktaş karê paqijiyê dikir ku li dijî 50 xwendevanên temenê wan di navbera 6 û 12 salan de diguherî êrîşa zayendî pêk anî û girtî tê darizandin li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Li daneşîna ku sûcdar amade bû, malbatên zarokên mexdûr, parêzer û rojnameger jî tevli bûn. Di serî de bersûc M.Ş.Y. parastina xwe kir.
Bersûc M.Ş.Y. gotinên xwe yên di daneşîna berê de dûbare kirin û wiha got: “Ez bêsûc im. Min tiştekî wer nekir. Ez tehliyeya xwe dixwazim.”
Piştre parêzeran parastin kir û anîn ziman ku di dosyeyê de hîn kêmasî hene û dem xwestin. Parêzeran xwest ku ji bo wê demê lêkolîn bê kirin.
Piştî parastinan heyeta dadgehê biryara berdewamiya girtina M.Ş.Y. xwest û doz taloqê 28’ê Sibatê kir.