Girtiyên di greva birçîbûnê de: Em ê hemû dema wekî Sakîne vguherînin şer
- 13:57 8 Çile 2019
- Rojane
AMED - Jinên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku di greva birçîbûn de ne ji bo Sakîne Cansiz nivîsek nivîsîn gotin: "Li dijî feraseta qetlîamakaran êşa jinên kurd ku bû pizotek agir berxwedanên nû li dû xwe anîn. Ev agirê ku pê ket her diçe mezin dibe. Her dema ku tê jiyîn dîrok e."
Çalakiya Hevseroka Kongreya Civakên Demokrtaîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdê daye destpêkirin di roja 62'yan de berdewam dike. Dîsa ji bo rakirina tecrîdê li 6 girtîgehan greva ku 30 girtiyan daye destpêkirin a bê dem û bê dorveger jî di roja 24'an de berdewam dike.
Çalakgerên ku li girtîgeha Tîpa E ya Amedê dimînin, Leyla Guven, rojnameger Kîbriye Evren, Hîlal Olmez û Evîn Kaya, ji bo bîranîna 3 siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9'ê çileyê de li payitextê Fransa Parîsê hatin qetilkirin nivîsek nivîsandin. Jinan diyar kir ku wan ala berxwedanê ya ji Sakîneyan girtine hildane.
Rêya me berxwedana têkoşîna jinê ye
Nameya ku ji aliyê 4 jinan ve hatiye nivîsandin wiha ye: "Em li zindana Amedê bi dehan jinan re dixwînin, dimeşin û diaxivin. Li cihê ku berî bi 30 salî Sakîne cansiz lê xwendiye, axiviye û nivîsiye. Em dixwazin tukin ser rûyê kujeran, wekî ku rêhevala me Sakîne tukiriye rûyê wan û em dixwazin ku em hemû dema veguherînin şer,wekî wê. Di vê rêya dirêj a berxwedanê de armanca me berxwedana azadiya jinê ye. Paradîgmaya Abdullah Ocalan rê nîşanî me dide. Ev berxwedana heta ku jineke zilmê dibîne li ser rûyê erdê nemînîne wê bidome. Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan ên ku têkoşîna me ya ji bo azadiya jinê derxistin lutkeyê di 9'ê Çileyê de hatin qetilkirin. Bi vê komkujiyê re gelek hat qetilkirin. Piştî wê jî dengê çekan ranewestiya û vê carê berê lûleya çekê dan Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar.
Di dema ku meha Çileyê xwe li reşa komkujiyê pêça, dilê jinên kurd şewitand. Lê dijberî feraseta qetlîamkaran êşa jinan ku bû pizotek agir berxwedanên nû bi xwe re anîn. Agirê ku pê ket gûr dibe. Dema ku tê jiyîn dîrok e. Berxwedana ku ji nû de li Amedê wekî ya 12'ê Îlonê bîhna mirinê jê tê. Li vê navenda ku wekî şerma reş cihê xwe di dîrokê de git, em bi hemû rêhevalên xwe re agirê berxwedana ku me ji Sakîneyan dewer gitiye yê berxwedanê geş dikin.
'Tunebûna jinê çole'
Tunekirina jinên ku bi fikra edaletê jiyanek ava kirin û tovê jiyanê avêtine yên pêşeng tê wateya hemû nirxên mirovî ji îktîdarê re û ji serdestan re pêşkêşkirin.
Tunebûna jinên ku civakê pêşve dibin çol e. Hebûna jinê ewrekî berxwedanê li ser tevahiya axa jiyanê dibarîne ye. Berxwedana jinên Kurd li Rojhilata Navîn û Li Kurdistanê pêşengtî kiriye. Niha jî em wekî jinên ku ku çalakî dane destpêkriin heta ku hemû daxwazên me yên di cih de bên qebûlkirin em ê bi kevneşopiya xwe ya berxwedanê berdewam bikin."