Li Enqereyê 12 kes hatin binçavkirin

  • 11:51 8 Çile 2019
  • Rojane
ENQERE - Li Enqerê, di serdegirtinên serê sibê de 12 rêveberên HDP û sendîkavan hatin binçavkirin. 
 
Li Enqerê di saetên serê sibê de, polîsan bi ser malan de girtin. Gelek rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û sendîkavan hatin binçavkirin. Derbarê operasyona hat lidarxistin de tu agahî nehatin dayîn û kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Enqerê. 
 
Navê kesên hatin binçavkirin wihan e: “Endamê Meclîsa HDP’ê Alî Ozkan, Rêvebera HDP’ê ya Enqerê Dîlbaz Temel, Hevserokê HDP’ê yê navçeya Yenîmahalle Nûrettîn Kemertaş, Rêveberên HDP’ê yên berê Sîhan Kaya, Harûn Çakmak, Ferîde Yardimci, Endamê HDP’ê Eyup Emektar, Hevseroka Komeleya Rojava ya bi KHK’ê hat girtin Banû Erdogan, Serokê Şaxa Hejmara 2 a Tum Bel-Sen a Enqerê Devrîm Kahraman, Sekreteara Jinan a Tum Bel-Senê ya berê Guler Elveren, Endamên Egitim Senê Hatîce Beydîllî û Erkan Polat.”