Ji ber posterên Leyla Guven bi ser avahiya HDP'ê ya Sûrê de hat girtin
- 11:47 8 Çile 2019
- Rojane
AMED - Bi ser avahiya HDP'ê ya Sûrê ku posterên Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ku ev 62 roj e li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye girtin. Polîsê ku bi ser avahiyê de girt polsterên Leyla Guven daxistin û Hevserokê HDP'ê yê navçeyê Mehmet Alî Altunkaynak jî binçav kir.
Meclisa Ciwanên HDP'ê bi daxwaza ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û balê bikişîne ser çalakiya Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku ev 62 roj e li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê dey, polsterên Leyla Guven li avahiya HDP'ê ya Navneçya Sûra Amedê daliqandin. Piştî ku poster hatin daliqnadin polîsan bi ser aavahiyê de girt.
Polîsên ku bi ser avahiyê de girtin polsterên Leyla Guven û pankarta ku li ser nivîsa Kemal Pîr ê ku di sala 1982'yan di 14'ê Tîrmehê de li Girtîgeha hejmara 5 di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest da û got "Em bi qasî ku di rêya wê de bimirin ji jiyanê hez dikin" daxist. Herwiha polîsê ku bi ser avahiyê de girtin Hevserokê Navçeyê yê HDP'ê Mehmet Alî Altun Kaynak û rêvberê navçeyê ku navê wî nehat zanîn jî binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin Muduriyeta Emniyetê ya Amedê.