Malbatên Şehîdan firîna balafiran şermezar kirin

  • 11:21 8 Çile 2019
  • Rojane
QAMIŞLO- Malbatên Şehîdan bi daxwaza qedexekirina firîna balafiran li ser bakur û rojhelatê Sûriyeyê meşeke girseyî li dar xisitn.
 
Bi hezaran malabatên Şehîdan yên herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo bi daxwaza qedexekirina firîna balafiran li ser bakur û rojhelatê Sûriyeyê meşeke girseyî li dar xistin. Meş ji çerxerêya Osman Sebrî  hat destpêkirin û di meşê de wêneyên şehîdên ku di encama berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ`ê, komên çete û artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûne hatin hilgirtin.
 
Di meşa ku hat lidarixstin de pankartên bi nivîsên,"Na ji dagirkeriya Tirkiyê re , bi saya xwîna şehîdên xwe em ê nirxên mirovahiyê biparêzin, divê herêm ji firîna balafiran re were qedexekirin û ala YPJ/YPG û QSD`ê hatin hildan. Meş li pêşiya Komseriya Neteweyên Yekbûyî ya Mafê Mirovan a bajarê Qamişlo veguherî mitîngê. Di mitîngê de daxuyaniyek ji raya giştî re hate dayîn. daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hesen Ebid ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Em weke malbat, dayikên şehîdên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li mirovên azad, rêxistin, saziyên cîhanê ku bi navê mafên gelan, azadî û wekheviyê tên nasîn  dikin  ku li dijî qikirin û kuştina ku ji aliyê dewleta tirkû çeteyan ve li ser me tê ferzkirin, bisekinin.
 
Divê ku hemû cîhan binpêkirinên dewleta tirk bibîne û zanbin ku tu ferq û cûdatî di navbera wan û çeteyên DAIŞ`ê de tune ye. Li Efrînê roj bi roj kuştina sivîlan zêde dibe. Qirkirina etnîk û şerê qirkirinê tê kirin. Ji bo ku karasetên mirovahî pêk neyên û ji bo ku careke din çeteyên DAIŞ`ê vejîn nebin, em bang li NY`yê û civaka  navneteweyî dikin ku li dijî sûcên mirovahê ku li Efrînê pêk tê û binpêkirinên mafan  ku li herêmên me yên din diqewimin, bisekinin."
 
Em van daxwazan ji NY dikin:
 
1-Divê herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji  firîna balafiran re werin qedexekirin.
 
2-Êrîşên ku werin kirin weke binpêkirinên zagonên navneteweyî û dagirkeriyê werin diyarkirin,
 
3-Rêxistinên mafê mirovan bişînin Efrînê û binpêkirinên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên kirin, werin belgekirin,
 
4-Rêveberiya Xweser tevli diyalogên Cenevreyê û komîteya nivîsandina destûrê, bibe.
 
Di dawiyê de em weke malbat, dayik, bav û hevjînên şehîdan ku me zêdeyî 8 hezar şehîd di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê dan  em careke din soza parastina xaka xwe nû dikin. Em ê daxwazên şehîdên xwe pêk bînin û heta dawiyê şopdarên rêya wan bin."
Piştî daxuyaniyê şandeyek ji Meclisa Malbatên Şehîdan derbasî navenda Rêxistina Neteweyên Yekbûyê ya Mafê Mirovan a bajarê Qamişlo bû.
 
Piştî ku şande ji navendê derket, Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Welîda Botî diyar kir ku Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Mafên Mirovan teqez kir ku ew ê dengê wan bighînin hemû aliyên peywendîdar. Her wiha got wan belgeyên binpêkirinên dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji rêxistina NY`yê re pêşkêş kirin.