Li Şehbayê pêşengeha zarokan hat lidarxistin

  • 10:13 8 Çile 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPCD) pêşangeha zarokan a bi navê Vegera Efrînê li Şehbayê li dar xist. 
 
Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPCD) pêşangeha zarokan a bi navê Vegera Efrînê li Gundê Til Sosîn ê Şehbayê li dar xist. Endamên KPCD'ê, şagirtên dibistanê û gelek kes beşdarî pêşangehê bûn. 
 
Leman Mihemed Şêxo axivî û got:"Zarokan gelek berhem çê kirin û ji bo zarok kêfxweş bibin me xwest em pêşangehek bi vî rengî li dar bixin. Hêviyek mezin a zarokên Efrînê heye ku vegerin Efrînê. Ew dixwazin Efrîn rizgar bibe û vegerin ser axa xwe."
 
Şagirta bi navê Cûliyana Hena kêfxweşiya xwe a vekirina pêşengehê anî ziman û got:"Bi hevkariya mamosteyên me pêşengeha karê destan hat vekirin. Me bi riya van wêneyan hestên xwe û bêrîkirina Efrînê anî ziman. Em gelek kêfxweş in ku pêşangehek wiha hat lidarxistin." 
 
Di dawiyê de şagirta bi navê Hela Ibrahîm jî wiha got:"Me gelek tabloyên hunerî xêz kirin. Em gelekî ji karên destan hez dikin. Em dixwazin her dem çalakiyên bi vî rengî çê bibin."