Heta serdestiya mêr têk biçe ev şer dê bidome

  • 09:10 8 Çile 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên serdest ên cîhanê ku ji têkoşîna jinan tirsiyan her tim pêşengên wan hedef girtin û xwestin pêşî li wan bigirin. Ji Serdema Navîn bigire heta Serdema Modern, ji qetilkirina 120 karkerên jin ên New Yorkê bigire heta qetilkirina Rosa Luxemburg, Ulrîke Meînhof, Xwişkên Mîrabel û Sakîne Cansizan gelek jin hatin qetilkirin. Her ku têkoşîna jinê mezin bû êrîş jî zêde bûn.
 
Yek ji van cînayetên siyasî komkujiya di 9’ê Çileyê 2013’an de li Parîs a Fransayê pêk hatibû. 3 siyasetmedarên Kurd yên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hedef hatin girtin. Tevî di ser bûyerê re 6 sal derbas bûye jî hîna berpirs nehatin darizandin. Rêxistinên jinan yên cîhanê der barê komkujiya Parîsê de ji Newaya Jin re ev nirxandin kirin:
 
Kongreya Gelan/Kolombya
 
Kongreya Gelan, tevgerek polîtîk û civakî ya Kolombiyayê a ji Tevgera Gel a Herêmî vejiyaye. Komkujiya 9’ê Çile, mînaka ku hêzên serdet û netew dewlet qanûnên xwe ji nedîtîve tê ye. Rêveberiya Fransayê komkujî û mîmarê sûc diparêze û ceza nake. Ev jî nîşan dide ku berjewendiyên xwe diparêze. Pergala qanûnî, li her derê cîhanê tenê dibe alava zextê ya li ser bindestan. Hedefa armanca komkujiya Parîsê ev bû tevgera Kurd tecrîd bike û bitirsîne. Em dikarin bêjin di vê de bi ser neketin. Tevgera jinên Kurd li cîhanê mezin dibe. Li her derê li hemberî jinan zehmetiyên mezin hene lê em di riya xwe de pêş dikevin.
 
Gel di meşê de ne/Başurê Amerîkayê
 
Komkujiya li Fransayê yek ji hezaran sûcên ku dewletan li dijî kesên wek tehdîd dibîne û pêk anîne ye. Ev her sê jin dema berxwedan dimeşandin hatin înfazkirin. Her ku berxwedana jinê xurt dibe, şîdet jî zêde dibe. 
 
Gabriella/Filipin 
 
Komkujiya 9’ê Çile yek ji bûyerên ku divê bê cezakirin û şermezarkirinê ye. Komkujî nîşan dide ku ji bo bêdengkirina gelan û têkoşînê hatiye kirin. Lê divê em ji bîr nekin ku rejîmên despot bi alîkariya welatên emperyalîst hebûna xwe diparêzin. Li dijî vê rewşê helwestgirtin girîng e. Mirinên şehîdan heta ku edeleta civakî pêk bê divê ji me re bibe îlham. Wan bêyî sedem jiyana xwe ji dest nedane. Em bi piştevaniya xwe dikarin dijminê xurt têk bibin. Her sê jinên Kurd nûnerên şerê şoreşger bûn. Li dijî serdestan her yek tehdîdek bûn. Têkoşîna van her sê hevalan ji bo hemû kesên xwe li jor didîtin, nedihat tehemulkirin. Sara, Rojbîn û Ronahî sê jinên ku pergala dewleta Tirk xera kiribûn. Ev ne lihevkirina yekem a Fransayê ya bi serwîsên veşarî re ye. Li ser axa xwe ji bo hevkariya sûcên siyasî çav û gûhê xwe digirin. 
 
Kovara Femînîst a Magazîne ya 50-50
 
Tirkiye dewletek dîktatoryal e. Şerê jinên Kurd a li dijî çeteyên DAIŞ’ê dide mînak e. Wekheviya jin û mêr ya ku dîktator tehemulê wê nakin dibe fikar. Ji bo Erdogan dijminê herî mezin jin in. Her sê jinên Kurd di vî alî de ji bo Erdogan tehdîd in. Her sê jin sembola berxwedanê bû. Jinên Kurd wê tu car çekên xwe daneynin.
 
Partiya femînîst-jin/Elmanya
 
Bi komkujiya 9’ê Çile xwestin jinan ceza bikin, tune bikin. Xwestin wan ji têkoşînê dûr bixin. Lê tevî hemû zor û zextan jinan dest ji têkoşîna xwe bernedan. Nikarin bandora têkoşîna jinan a vê sedsalê asteng bikin. 
 
Kampanya femînîst /Elman 
 
Di 9’ê Çileyê 2013’an de sê hevalên me yên bi rûmet ji me girtin. Hinek hevalên me ew baş nas dikirin. Hinekan jî navê wan piştre bihîst. Em ji dil girêdayê wan in. Em bêriya Sakîne, Leyla û Fîdanê dikin. Fikr û xeyalên wan didomin. Me ji wan hêz girt û em ê bi wan xurt bibin. Li dijî jinan çiqas êrîş zêde bibin wê berxwedan û têkoşîn jî xurt bibe.
 
Buroya siyasî ya Yana El Samîran /Lubnan 
 
Ev komkujiya bi destê dewleta Tirk pêk hatiye li dijî jinên Kurd û gelê Kurd pêk hatiye. Em wek Buroya Partiya Komunîst a Jinan ya Lubnanê vê komkujiyê lanet dikin. Divê em tevgerên jinan dest bidin hev û ji bo pêşerojên azad li dijî pergala kapîtalîst û serdest a mêr têkoşînê mezin bikin.
 
Civaka Jinan a Demokratîk a Lubnanê
 
Em bandora komkujiyê hîna ji kûrahî hîs dikin. Xwestin dengê jinên têkoşer qut bikin. Ji ber wan mîrate ji me re hişt. Ew ji bo hemû desthilatdariyên siyasî tehdîd bûn. Çîroka van her sê jinên têkoşer di 9’ê Çile de bi dawî nebû. Di esasê de li wir dest pê dike. Ew ji bo hemû jinan bûn çavkaniya îlhamê.
 
Saziya Jinan a Iraqê
 
Ev her sê jinên têkoşer û aktîvîst, xwedî berhemên girîng bûn. Di biryarên civakî û siyasî de xwedî biryar bûn. Ji bo mafên mirovan û jiyana hevpar têdikoşiyan. Lê bi komkujiyekê hatin kuştin. Bûn hedefa dewleta ku dijminê Kurda bûn. Fransa hîna bêdeng e. Tevî 5 sal derbas bûye jî naxwazin bûyerê ronî bikin.