Pergal dijminê jina ku îtîraz dike ye: Em vê di şexsê Leylayê de dibînin

  • 09:09 8 Çile 2019
  • Rojane
STENBOL - Jinên bi dirûşma ‘Mafên me, jiyan û destkeftiyên me ne’ hatin cem hev hêvî dikin ku hevdîtina wan bandorê li têkoşîna herêmî bike. Jinan da zanîn ku ev pergal dijminê jinên ku îtîraz dike ye û ew vê di şexsê Leyla Guven de dibînin.
 
Bi banga 164 saziyên jin û LGBTÎ ji Samsun, Hatay, Îzmîr, Amed û gelek bajarên Tirkiyeyê bi sedan jin ji bo bi hev re têbikoşin hatin Stenbolê. Jinan gotin ‘ Jiyan, maf û destkeftî yên wan e.’ Yek ji jinên tevlî civînê bû Seroka Karkerên Avahiya Stenbolê ya Genel Îş a girêdayî DÎSK’ê Nebîle Irmak Çetîn bû.
 
Nebîleyê diyar kir ku di 14 salên dawî de bi taybet jî di dema OHAL’ê de jinan demek nebaş jiyane û piştî qeyûm tayînî şaredariyan bûne jin betal mane û gelek saziyên jinan hatine girtin. Nebîleyê got bêguman ev travmayek bûye lê jinan tu car serî netewandiye û têkoşîn dane.
 
Nebîleyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ji her derê Tirkiyeyê jin hatine civînê û li dijî şîdeta mêr îtîraz kirine. Nebîleyê wiha got: “Niha krîzek aborî ya bandorê li jiyana me dike heye. Mirov ji ber krîzê karê xwe winda dikin. Herî zêde jî jin karên xwe winda dikin. Dema jin dixwazin vegerin karê xwe jî, kar nabînin. Neçar dimînin di karên bêewle û erzan de bixebitin. Jinan barê krîza aborî jî hildane. Jin xizan dibin. Em vê aşkera îfade dikin. Ev hevdîtin li gorî min bi hêvî bû. Jinên Kurd bi salane bedelên giran didin. Ligel bedeldayînê îtîrazên xwe jî dikin. Van îtîrazan di dema hilbijartinan de bi xebatên xwe nîşan didin. Bi hilbijartinan re tên ser peywirê. Em baş dizanin ku jinên îtîraz dikin rastî êrîşa pergalê tên. Jinên li mafên xwe digerin li gor zihniyeta baviksalarî, dijminê desthilatdariyê ye. Em vê di şexsê Leyla Guven, Gultan Kişanak û Sabahat Tuncel de dibînin.”
 
Nebîleyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku encama hevdîtina wan çi dibe bila bibe wê jin êdî bên cem hev û îtîrazên xwe bînin ziman û got jin her cureyê şîdet û zextê ya li ser wan qebûl nakin.