'Grevên birçîbûnê bangek girîng e'

  • 09:08 8 Çile 2019
  • Rojane
WAN - Parlamentera HDP’ê Bedîa Ozgokçe diyar kir ku grevên birçîbûnê yê bêdem û dorneveger bangek cidî ye û divê dewlet li hemberî vê demildest gavê biavêje û wiha got: “Daxwaz pir zelal û aştiyane ye. Ger vê bi mudaxaleyek giran tune bikin, dewletê bi awayekî mezin winda bike.”
 
Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kir, di roja 62’emîn de çalakiya xwe didomîne. Ji her derê ji bo çalakiya Leylayê piştgirî hatin û di 16’ê Kanûnê de li 10 girtîgehan 46 girtî ketin grevê û greva wan di roja 24’an de berdewam dike.
 
‘Rejîma Îmraliyê rejîmek taybet e’
 
Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe grev nirxand û got çalakiya Leylayê gelek girîng e û wiha got: “Helwesta dewletê ya li dijî vê çalakiyê nayê qebûlkirin. Nêzîkatiyek ku naxwaze gotinek ji Îmraliyê derbikeve mijara gotinê ye. Rejîma Îmraliyê rejîmek taybet e. Li cîhanê mînaka vê yekê tune ye. Ev bi hiqûqê nayê vegotin. Ev bi giştî siyasî ye. Ji roja muzakereya çareseriyê qediyaye hikûmetê helwesta xwe berdewam kiriye. Birêz Leyla Guven di ferqa van pêkanînan de bû û ji ber vê dest bi grevê kiriye.”
 
‘Heta tecrîd ranebe wê ev kaosa giran jî neqede’
 
Bedîayê destnîşan kir ku di pêvajoya 2013-2015’an de deriyên Îmraliyê vekiribûne û wiha got: “Ji bo aştî pêk bê biryarbûnek pêwist bû. Birêz Ocalan ev biryarbûn nîşan da. Ji dema deriyên Îmraliyê hatine girtin heta niha kaos afirî. Bi nêzîkatiya binpêkirinê nêzî gelê Kurd bûn. Tecrîd jî di esasê de vê îfade dike. Qêrîna Leyla Guven jî bi vê re eleqeder e.”
 
‘Gelo dewlet çi difikire?’
 
Bedîayê daxuyakirin ku bi hevkariya parêzeran li gorî agahiyên digirin rewşa Leylayê giran dibe û wiha got: “Leyla 54 salî ye. Doktorên girtîgehê agahî nadin me. Dewlet vê rîskê digire ber çavan gelo? Em vê dipirsin. Gelo ji nedîtîve wê bên? Wê nêzîkatiyek ku îradeya Leylayê bişkîne nîşan bide? Hiqûq tê binpêkirin. Hejmara girtiyên dikevin grevê roj bi roj zêde dibin. Ev jî sînyala nûçeyek mezin dide. Em hêvîdar in ku ev zêde mezin nebe, encamên giran dernekevin û demildest gav bê avêtin. Bi rêk û pêk vîtamîn jî nayên dayîn. Wisa xuyaye ku niha naxwazin gavê bavêjin. Berê her kesî li girtîgehan e. Em ê hemû hewldanên xwe yên mirovahî û siyasî bidomînin.”