'Sakîne Cansiz û rêhevalên wê serî netewandin'
- 09:02 8 Çile 2019
- Rojane
Berçem Cûdî
KOBANÊ - Derbarê Komkujiya Parîsê de Endama Koordinasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Peyman Aydin got:"Sakîne Cansiz û rêhevalên wê li dijî zihniyeta baviksalarî û zilma bi salan serî netewandin. Loma hedef hatin girtin. Bi hêz û baweriya wan têkoşîna doza azadiyê her zindî ma. Em ê vê mîrateyê bidomînin."
3 jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez di encama Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan û hîn berpirsiyarên komkujiyê nehatine cezakirin. Têkildarî mijarê de Endama Koordinasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Peyman Aydin wiha got:"Berxwedan û têkoşîna gelê Kurd a ku bi salane didome dê bi mînak û sembolên azadiyê yên jinên Kurd ên wekî Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez bidome. Dê jin û gelê Kurd ji hêz û baweriya xwe tu tiştekî winda nekin."
'Sakîne bû ronahiya jina azad û zana'
Peymanê wiha got:"Sakine bi salan di nava têkoşîna azadiyê de cihê xwe girt. Wê jî feyz ji têkoşîna jinên wekî Leyla Qasim, Rosa Luksembûr, Clara Zetkîn girt. Lêgerîna wê ya azadiyê heta dawiya emrê wê domand. Wê li dijî zilmê û zordestiyê têkoşîn tercîh kir. Di zindana Amedê li dijî her cureyên îşkence û tundiyê wê têkoşîna xwe domand. Sakîne bû ronahiya jina azad û zana. Wê felsefeya Rêber Apo li her alî belav kir."
'Bi Komkujiya Parîsê îrade û azadiya gelê Kurd hedef hatin girtin'
Peymanê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Bi Komkujiya Parîsê îrade û azadiya gelê Kurd hedef hatin girtin. Divê ev rewş baş bê analîzkirin. Di şexsê Sakîneyê û rêhevalên wê de bi milyonan îradeya gelê Kurd hedef hat girtin. Jinên bingeha têkoşîna ji bo azadiyê ava kirin dê neyê jibîrkirin. Sakîne Cansiz û rêhevalên wê li dijî zihniyeta baviksalarî û zilma bi salan serî netewandin. Loma hedef hatin girtin. Bi hêz û baweriya wan têkoşîna doza azadiyê her zindî ma. Ev ê vê mîrateyê bidomînin. Berxwedan û têkoşîna gelê Kurd a ku bi salane didome dê bi mînak û sembolên azadiyê yên jinên Kurd ên wekî Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez bidome. Dê jin û gelê Kurd ji hêz û baweriya xwe tu tiştekî winda nekin."