Girtiyên di grevê de hatin sirgûnkirin

  • 17:22 7 Çile 2019
  • Rojane
RIHA - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Rihayê dest bi greva birçîbûnê kirin, sîrgûnî girtîgehên Trabzon û Rîzeyê hatin kirin.
 
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Rihayê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê, sîrgûnî girtîgehên cuda hatin kirin. 
 
Girtî Kemal Yîgît ê di 5’ê Çile de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdoveger kir û koma 6’emîn Nevzat Çapkin, Vezîr Kayar, Orhan Can, Ferzend Çîçek û Mahsun Bîlen ên ji bo 10 rojan ketin greva birçîbûnê sîrgûnî girtîgehên Trabzon û Rîze hat kirin.