'Em ê dîsa vegerin Efrînê'

  • 16:12 7 Çile 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Bi nêzîkbûna salvegera êrîşên Dewleta Tirkiyeyê li ser Efrînê Hevjînên Berxwedêran ên herêma Efrînê li Kantona Şehbayê daxuyaniyek çapemenî dan. 
 
Bi tevlebûna 200 hevjînên berxwedêran û Meclîsa Malbetên Şehîdan daxuyanî hat dayin. Daxunî ji aliyî hevjîna berxwedêr Şervîn Reşîd bi zimanê kurdî hat xwendin, û ji aliyî rêveberiya Meclîsa Şehîdan ya Kantona Şehba Îmen Hesen bi zimanê Erebî xwend.
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
"Wek tê zanîn em pêvejoyek hestiyar û zor dijîn. Di vê serdemê de gelê Kurd bi lehengî û têkoşînin nû navê xwe di dîrokê de nivîsandin. Tê xwestin ku bi tecrîda giran îradeya gelê Kurd bê şikandin. Lê em destûrê nadin vê yekê û em pişgiriya Leyla Guven slav dikin. Em ê li dijî zihniyeta faşîst û dagirker her bisekinin. Tecrîd û êrîşa li ser Efrînê bi hev girêdayîne. Gelek kes di encama êrîşên dewleta tirk de hatin qetilkirin. Em ê li dijî zihniyeta dagirker û planên qirêj ên Erdogan têkoşîna xwe bidomînin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê rojekê dîsa vegerin Efrînê."
 
Daxuyani bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê","Bijî Serok Apo","Jin jiyan azadî" bi dawî bû.