Piştgiriya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Şengalê didome
- 15:27 7 Çile 2019
- Rojane
ŞENGAL - Çalakiya piştgiriya ji bo greva birçîbûnê ya ji aliyê Ciwanên Êzdixanê dest pê kiribû di roja xwe 2'yan de didome.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştgiriya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven didome. Çalakiya piştgiriya ji bo greva birçîbûnê ya ji aliyê Ciwanên Êzdixanê dest pê kiribû di roja xwe 2'yan de didome. Mamoste û xwendekarên Dibistana Şehîd Xeyrî jî çûn serdana çalakgerên greva birçîbûnê.
'Ji bo jiyanek azad divê tecrîd bi dawî bibe'
Mamoste Celîla Meto wiha axîvî: “ Îro em wekî mamoste û şagirtên Dibistana Şehîd Xeyrî hatin serdana çalakgerên greva birçîbûnê. Heta ku tecrîda giran bi dawî bibe em ê heta dawî piştgiriyê bidin. Ji bo ku jiyanek aram û azad divê tecrîd bi dawî bibe."
'Em bê hêvî û ronahî nikarin bijîn'
Şagirta Dibistana Şehîd Xeyrî, Anjelya jî wiha got:"Em ê heta dawî ji bo tecrîd bi dawî bibe li berxwe bidin. Rêber Apo hêvî û ronahiya me ye. Em bê hêvî û ronahî nikarin bijîn."