Jinên ciwan ji bo 6'emîn salvegera komkujiya Parîsê daxuyanî dan

  • 13:47 7 Çile 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Bi munasebeta 6'mîn salvegera şehadeta Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemaz û Fîdan Dogan Yekîtiya Jinên Ciwan daxuyanî dan.
 
Bi dehan jinên ciwan bi munasebeta 6'emîn salvegera şehadeta Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemaz û Fîdan Dogan li Navenda Baqî Xido ya Kobanê daxuyanî dan.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Em wekî jinên ciwan ên şoreşger Sakîne Cansiz û rêhevalên wê Leyla Şaylemez û Fidan Dogan bi rêzdarî bi bîr tînin. Bi destên nîjadperest û dagirkeran 3 jinên şoreşger hatin qetilkirin. Em vê yekê bi zimanekî tund şermezar dikin û em dibêjin dê têkoşîna wan her rêya me ronî bike. Em di heman demê de jinên leheng ên wekî Barîn û Avesta jî di vê rojê de bi bîr tînin. Her wiha em têkoşîna jinên wekî Leyla Guven ku ji bo azadiya Rêberê me bedena xwe daye ber birçîbûnê slav dikin. Bila dewleta tirk baş bizanibe ku heta jinên Kurd ên têkoşer hebin dê nikaribin bigihêjin armanca xwe."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Jin jiyan azadî", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.