Careke din dengê kenê zarokan li Reqayê bilin dibe
- 12:05 7 Çile 2019
- Rojane
REQA - Bi pêşengtiya Komîteya Perwedeyê û bi hevkariya Sendîkaya Mamosteyan û Rêxistina Avakerên Pêşeroja Zarokan şahiyek ji bo zarokan li Reqayê hat lidarxistin. Bi taybet ji bo zarokên ku dayik û bavên wan di şer de hatin qetilkirin, şahî hat lidarxistin.
Bi pêşengtiya Komîteya Perwedeyê û bi hevkariya Sendîkaya Mamosteyan û Rêxistina Avakerên Pêşeroja Zarokan şahiyek ji bo zarokan li Dibistana El-Wihda ya Reqayê hat lidarxistin. Şahiyê bi axaftina Endamê Buroya Bajarê Reqayê El-Ebdellah hat destpêkirin. El-Ebdellah got:"Zarok bingeha tevgera pêşketina civakê ye. Divê em erka xwe ya parastina zarokan pêk bîne û pêşeroja xwe ava bikin."
Piştî axaftinê çalakiyên koma folkolorê hat lidarxistin û stran hatin gotin. Piştre pêşbirka nepoxan hat lidarxistin.
Şahî bi kêfxweşiya zarokan bi dawî bû.