Li Amedê 6 jê zarok 10 kes hatin binçavkirin

  • 09:50 7 Çile 2019
  • Rojane
AMED - Li Amedê 6 jê zarok 10 kes bi îdiaya beşdarî êrîşa li dijî navenda polîsa bûne di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. 
 
Li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê di 3'ê çile de li dijî Miduriyeta Polîsan a Yenîşehîrê, Saziya Goşt û Şîr, marketek û 4 cihên cuda êrîşa bi teqemeniya çêker pêk hatibû. Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî êrîşan hat destpêkirin de polîsan li Amedê bi ser gelek malan de girt. 
 
Di serdegirtina malan de 6 jê zarok 10 kes hatin binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. Hat zanîn ku roja 3'ê çile ku êrîş pêk hatibû jî 5 kes hatibûn binçavkirin.