Li Licê, Hênê û Karazê sala nû qedexe hat îlankirin
- 09:49 7 Çile 2019
- Rojane
AMED - Li 10 gund û mezrayên navçeyên Licê, Hênê û Karazê sala nû bi qedexeya derketina derve dest pê kir. Li 10 gund û mezreyan qedexe hat îlankirin.
Qedexeya derketina derve ya ewil a salê li navçeyên Licê, Hênê û Karazê yên Amedê vê sibehê saet di 06.00'an de hat îlankirin. Walîtiya Amedê di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku li gorî hêjmara 5442'an a a Zagona Îdareya Bajaran li 10 gund û mezrayên navçeyên Licê, Hênê u Karazê qedexe hatiye îlankirin. Hat diyar kirin ku beriya qedexe bê îlankirin operasyona eskerî hat destpêkirin.