‘Em kal û pîr tenê bimînin jî em dest ji xaka xwe bernadin’
- 09:09 7 Çile 2019
- Rojane
Dîlber Mihemed- Lîlav Mihemed
SERÊKANIYÊ- Çalakiya Mertalên zindî ya li ser sînorê Bajarê Serêkaniyê û bakurê Kurdistanê di roja xwe ya 20'emîn de berdewam e. Jinên ku tevli çalakiyê bûn diyar kirin ku weke jinên rojavayê Kurdistanê ew ê li hemberî gefên Erdogan heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.
Çalakiya mertalên zindî li Bajarê Serê Kaniyê yê Kantona Hesekê di roja xweyê 20`emîn de bi tevlîbûna gelê Kantona Qamişloyê berdewam e. Jinên ku tevli çalakiyê bûn bertek nîşanî gefên deweta tirk ên dagirkirinê dan û wiha gotin: "Dijminantiya dewleta tirk a li dijî kurdan ne jî îro de ye ev dijminantiya bi hezaran salan e ku lidijî Gelê Kurd berdewam dike. Erdogan dixwaze Gelê Kurd tûne bike, lê wê tu carî negihîje aramanca xwe. ji ber ku em kurd xwedî îrade ne."
'Em dest ji axa xwe bernadin'
Dayika bi navê Emşa Faris ku bertek nîşanî gefên Erdogan da ev tişt got:"Em ê li dijî gef û êrîşên dewleta tirk bibin mertalên zindî li ser sînor. Erdogan bi van gefên xwe dixwaze ku me ji welate me koçber bike. Lê em qet dest ji axa xwe bernadin. Ji ber ku em kurd xwedî îrade ne û hêz in û xwedî maf in. Her wiha em Gelê Kurd ji zarokên xwe heta kal û pîrên xwe, xwe fedayî axa xwe û welatê xwe dikin. Heta ku dilopeke xwîn di canê me de hebe û em tenê kal û pîr jî bimînin em ê xaka xwe biparêzin."
'Em nahêlin ku hêzên tirk derbasî axa me bibin'
Jina bi navê Fatma Mihemed jî wiha got: "Em ji Erdogan re dibêjin ku heta yek ji me hebe li ser vê axê em ê nahêlin ku hêzên dewleta tirk derbasî welatê me bibin û em weke jin jî çi ji destê me bê em ê bikin. Lê em nahêlin ku Erdoga welatê me dagir bike û em ê li hemberî gefên wî eta dawiyê li ber xwe bidin."
' Wê tu carî dagirker derbasî axa me nebin'
Jina bi navê Gulnaz Mehmod ku ji Qantona Qamişloyê tevli çalakiyê bû jî wiha got:" Armanca me ji tevlibûna çalakiya mertalên zindî ew e ku em piştigriyê bidin berxwedêran û em axa xwe biparêzin Gelê Bakur û Rojhelatê Sûriyê xwe bi rêxstin kirin û perwerdekirî ne. Wê tu carî Erdogan debasî axa me nebe. Heta dawiyê em ê berxwedana xwe bidomînin."
'Em bi gelê xwe bawer in'
Her wiha jina bi navê Emîna Salih jî ya ji Qamişloyê jî ev bertek nîşan da û wiha got:" Em bi vê çalakiyê dixwazin ji cîhanê re bêjin ku gelê kurd jî wek hemû gelan mafê wan û doza wan heye. Ji bo dagirkirina axa me gef tên kirin. Em bi gelê xwe bawerin ku heta dawîyê li hermber dagirkeran li ber xwe bide."