Li Sêrtê qeydên hilbijêran hatin jêbirin

  • 16:27 6 Çile 2019
  • Rojane
SÊRT - Midûriyeta Nifûsê ya Sêrtê, di 31’ê Kanûn de qeydên hilbijêran negirtin. HDP’ê jî li ser vê yekê, di encama lêpirsîna kir de derket holê ku qeydên 6 hezar û 488 hilbijêrên bi salene li bajêr dijîn hatine jêbirin. 
 
 Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Sêrtê, ji ber ku Midûriyeta Nifûsê ya Sêrtê, di 31’ê Kanûn de qeydên hilbijêran negirtin, dest bi lêpirsînê kir û derket holê ku qeydên hilbijêran hatine jêbirin. HDP’ê derbarê bûyerê de li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist.  Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, rêvber û endamên partiyê beşdarî civîna çapemeniyê bûn. 
 
Berî daxuyanniyê polîsan derdora avahiya HDP’ê girtin û bal kêş bû ku ji rojnamegerên daxuyanî şopandin re gotin “Gelo li Sêrtê evqas endamên çapemeniyê hebûn?” Meral Daniş Beştaş a di bin ablûkeya polîsan de daxuyanî da, diyar kir ku daxwaza edaletê ya hemû kesan ji hilbijartina 31’ê Adarê heye. Meral, di dewama axaftina xwe de wiha got: “AKP û rêveberî mîna her carê, tevdigerin, bi dizî û derewan dixwazin hilbijatinê qezenc bikin. Ev ne nepene. Di her firsetê de dixwazin qezenc bikin û vê tim tînin ziman.”
 
'Qeyd hatine jêbirin'
 
Meral, destnîşan kir ku di hilbijartina 31’ê Adarê de, dê qeyûm valîzê xwe kom bike, ji Sêrtê derbikeve û wiha bilêv kir: “Hewldana wan a di vê mijarê de baleye. Em gav bi gav nelirêtiyên wan dişopînin û emê eşkere bikin. Li Sêrtê di 24’ê Hezîranê de 91 hezar û 20 hilbijêr hebûn. Lê niha 90 hezar û 938 hilbijêr xuya dikin. Destpêkê hemû tişt ji rêzê tên dîtin. Lê me lêkolîn kir û rastî dît. Gelo me çi dît, me dîti ku qeydên 6 hezar û 488 hilbijêrên bi salene li bajêr dijîn hatine jêbirin. Gelo agahiya wan ji vê yekê heye? Na tuneye. Welatî her roj tên vê derê û pirsa ‘dibe ku dengê me bidizin’ dikin. Em jî ji wan re dibêjin, dema navê we di lîsteyê de tene be, emê sererast bikin. Van welatiyan jî qet li vê derê koç nekirin.”
 
'Leşkerên Kampa Başîkayê hatine qeydkirin'
 
Meral, anî ziman ku wan yek bi yek qeydên hilbijêran lêkolîn kirin û wiha bi dawî kir: “Li malekê, bêyî agahiya xwediyê malê, 28 hilbijêr hatine qeydkirin. Îdîayan wihan tên guhê me û em ê van derbixin holê. Em nizanîn agahî yan hene yan na; lê qeydên leşkerên Kampa Başîka li Sêrtê hatine çêkirin. Êdî ew rûyê wan tune ku ji gelê Sêrtê denga bixwazin. Li vê derê nikarin bikevin nava hilbijêreke. Ji ber vê serî li rêbazên sextekariyê didin. Lê emê destûr nedin van rêbazên wan.”
  
Meral, piştî daxuyaniyê bi endamên partiyê re belavokên bi armanca welatî heya 17’ê Çile qeydên xwe kontrol bikin li welatiyan belav kirin.