'Platforma Îxracan a Amedê' damezrandina xwe aşkera kir
- 16:24 6 Çile 2019
- Rojane
AMED - Platforma Îxracan a Amedê, bi daxuyaniyekê avakirina xwe aşkere kir. Platformê helwesta xwe ya li dijî îxracan aşkere kir û diyar kir ku têkoşîna wan a rewa ya li dijî îxracan dê bidome.
Komek endam û rêveberên Egîtîm Sen'ê yên ku bi KHK'ê hatin îxrackirin li ber AZC Plaza ya Ofîsa Amedê li hev kom bûn û bi daxuyaniyê avakirina Platforma xwe bi raya giştî re parve kirin. Platforma Îxracan a Amedê, bi armanca balê bikişîne ser karmendên hatine îxrackirin û binpêkirina mafên mamosteyan, daxuyanî da û biryara têkoşînê da. Li ser navê Platforma Îxracan a Amedê Mamoste Belgîn Gulben metnê daxuyaniyê xwend.
'Em dixwazin ku her kes wekî mirovan bijî'
Gulben, destnişan kir ku bi hinceta hewldana darbeya 15'ê Tîrmeha 2016’an li tevahiya Tirkiye OHAL hat îlankirin û wiha got: "Bi 36 KHK yan, bi giştî 135 hezar û 144 karmend li dijî hiqûqê hatin îxrackirin. Ji ber ku me mafê xwe yê rewa parast em hatin îxrackirin. Divê bê zanîn ku wekî duh îro jî em li pey mafê xwe yê demokratîk in û duh ji pêkanînên dijdemokratîk netirsiyan û îro jî em natirsin. Tu carî armanca me ya sereke nebû aborî. Ji niha û şûnde jî nabe aborî. Armanca me ya sereke li dijî kesên ku li Amed, Pirsûs, Enqere, komkujî pêk anîn û sûc kirin hesap bipirsin e. Têkoşîna me li dijî hewldana dijberiya yekîtiya gelan û jiyana hevpar e. Beri her tiştî em dixwazin 81 milyon mirovên li Tirkiye dijîn wekî mirovan bijîn."
'Hesap ji talankeran nayê pirsîn'
Gulben, da zanin ku Komîsyona OHAL'ê ku qaşo li dijî bêhiqûqiyê hatiye avakirin, ew bi xwe îro bûye pirsgirêk û wiha berdewam kir: "Komîsyon bi xwe bûyee çavkaniya bê hiqûqiyê ya mezin. Komisyona OHAL'ê îro ketiye şûna dadgehê û bê hiqûqiyê dike. Ev yek nayê qebûlkirin. Saziya ku bêyî Qanûna Bingehîn li ber çavan bigire û biryaran bide bi xwe sûc dike. Yê ku bingeha darbeyê ji darbekaran re ava kir îktîdara siyasî bi xwe ye. Wekî berê niha jî yê li dijî darbeyan li ber xwe da gel e. Bi salan e yên ku welat talan dike û wêran dike hesab ji wan nayê pirsîn. Lê niha bêyî tu hincet û sedeman nîşan bide bêyî ku mafê parastinê bide wan bi deh hezaran karmendên kedkar îxraç kirine. Em îxracê li dijî hiqûqê û qanûnê dinirxînin. Ji ber vê yekê em dixwazin Komîsyona Lêkolîna OHAL'ê bê betalkirin. Em dixwazin hiqûq û demokrasî têkeve meriyetê. Kesên ku li diji hiqûqê hatine îxrackirin dîsa li karên xwe vegerin û erka wan paşve bidin wan."