Li Dîlokê bi ser qawîşên girtiyan de hat girtin

  • 15:23 6 Çile 2019
  • Rojane
DÎLOK - Li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê, gardiyanan bi ser qawîşên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne girtin. 
 
Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin ji aliyê 8 girtiyan ve berdewam dike. 
 
Malbatan diyar kirin, gardiyenan nîvê şevê avêtine ser qawîşên girtiyan û dest danîne ser alavên wan. Tevî Kemal Suleyman, Alî Paksoy û Agît Nas ên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa H a Dîlokê 7 girtî di greva birçîbûnê ya dorveger de ne. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2 a Osmaniyeyê jî kom bi kom bi dorveger ketin greva birçîbûnê, ji doh ve çalakiya xwe kirin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.
 
Hat dest nîşan kir ku rayedarên girtîgehê vîtamînên B1 û B12 nadin girtiyan.