Li Dîlokê bi ser qawîşên girtiyan de hat girtin 2019-01-06 15:23:27   DÎLOK - Li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê, gardiyanan bi ser qawîşên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne girtin.    Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin ji aliyê 8 girtiyan ve berdewam dike.    Malbatan diyar kirin, gardiyenan nîvê şevê avêtine ser qawîşên girtiyan û dest danîne ser alavên wan. Tevî Kemal Suleyman, Alî Paksoy û Agît Nas ên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa H a Dîlokê 7 girtî di greva birçîbûnê ya dorveger de ne. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2 a Osmaniyeyê jî kom bi kom bi dorveger ketin greva birçîbûnê, ji doh ve çalakiya xwe kirin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.   Hat dest nîşan kir ku rayedarên girtîgehê vîtamînên B1 û B12 nadin girtiyan.